HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e

  • rojane
  • 13:33 12 Îlon 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê di encamnameya civîna xwe ya 10 û 11 îlonê de diyar kir ku hêvênê tifaqa AKP'ê û MHP’ê dijminatiya kurdan e û got “Rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e.”
 
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna xwe ya di 10 û 11’ê îlonê de aşkere kir. HDP'ê di encamnameya xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û da zanîn ku tifaqa AKP'ê û MHP'ê bi tecrîda mutleq pergaleke îşkenceyê ku li cîhanê mînaka wê tune ye ava dike.
 
Di encamnameya HDP'ê de ev mijar derketin pêş: “Şer û pevçûnên li dinya û herêma me, di asteke xetere de didome. Şerê Rûsya û Ukraynayê, şerên li Sûriye, Iraq û Lîbyayê û dawiya dawîn hêzên emperyalîst şer anîne asta ku bi êrîşên nukleer gefan bixwin. Tifaqa AKP û MHP’ê di siyaseta derveyî de jî di polîtîkayên xwe yên dijminatiya kurdan dike û dixwaze xwe berfireh bike, bidomîne. Vê tifaqa şer siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser vî tiştî amade kiriye, ji bo dîzayna siyaseta hundirîn û hêza xwe kom bike, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Dixwaze bi Sûriyeyê re hevdîtinê bike û bazariyan dike ku destkeftiyên kurdan ji holê rake. Hedefa sereke ya desthilatdariya AKP û MHP’ê ev e ku nirxên demokrtîk ên şoreşger ên gelên kurd û ereb ji holê rake. Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê divê ji qada ku dagir kirine, vekişin.
 
ROLA GIRÎNG A OCALAN DERKEVE  HOLÊ
 
Hêvênê desthilatdariya heyî dijminatiya li dijî kurdan e. Vê tifaqê li Îmraliyê li hemberî Rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq daye destpêkirin û pergaleke êşkenceyê ya ku li dinyayê tu mînaka wê tune, ava dike. Bi tecrîdê re tê xwestin ku doza kurdan ji çareserî û îradeya demokratîkkirina Tirkiyeyê were dûrxistin. Bi bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola girîng a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê derkeve holê. Di demên dawîn de DMME derbarê rêzdar Ocalan biryara ‘heqê hêviyê’ daye û divê ev biryar li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî û peymannameyên navneteweyî were pêkanîn.
 
BANGA MEŞA CÛDÎ
 
Şer ne bi tenê bandorê li ser qedera gelan dike, di heman demê de pêşiya talana xwezayê jî vedike. Di 17’ê Îlonê de li hemberî hilweşandina şer û talana xwezayê em ê bi tevlêbûna rêxistinên girseyî yên demokratîk û tevgerên ekolojiyê ber bi Cûdiyê ve bimeşin.
 
FERASETA DARBEKAR DIDOME
 
Di salvegera 42’yemîn a darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de li her qadê feraseta darbekar didome. Desthilatdarî bi peywirdarkirinên qeyûman re, bi wesayeta xwe ya daraz û siyasetê re û bi zext û pêkutiyên li ser civakê re ev feraseta darbekar didome. Tu rêveberî û pratîka darbekar a ku dixwaze bi zordestî û şîddetê civakê desteser bike, bi ser neketiye. Wê feraseta darbekar a AKP û MHP’ê û pratîka darbeyê ya 12’ê Îlonê bi hev re werin bîra mirovan.
 
EM AMADEKARIYÊN XWE DIDOMÎNIN
 
Welat êdî bi awayekî ketiye pêvajoya hilbijartinê. Meclîsa me ya partiyê bi kitekit li ser vê pêvajoyê sekiniye û biryar daye xebatên hilbijartinê yên didome, bilezîne. Doza girtina HDP’ê û Doza Kobanê didome em jî ji bo ku civakê bê vebijark nehêlin, di her warî de em amadekariyên xwe didomînin. HDP hêza tifaq û pêşengiyê ye ya ku li ser ked, azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê hatiye avakirin. Partiya me li hemberî darbeyan wê bibe garantorê demokrasiyê û li hemberî vesayetê jî wê bibe garantorê azadiyê.
 
EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN
 
Em li ser esasê Rêya 3’emîn ji bo çareseriya demokratîk a di doza Kurdan de û ji bo cihêkariya li ser baweriyan were rakirin, nêzikatiya li ser esasê ked, azad û wekheviya zayendiyê birêxistin dikin. Di warê çareseriya aştiyane û demokratîk a doza kurdan de, di warê sazkirina siyaseta derveyî ya ku bala xwe dide îradeya gelan em ê rolê werbigirin. Tifaqa Ked û Azadiyê wê di 24’ê Îlonê de meşa demokrasiyê ya mezin a gelên Tirkiyeyê bide destpêkirin, wê hêviyê mezin bike, wê nexşerêya xwe ji raya giştî re eşkere bike.
 
Bi danheviya xwe ya dîrokî, bi cesaret û hêviyê, em ê tevî hemû gelên Tirkiyeyê, bi bindestan re vê gavê biavêjin û em ê bi hev re bi ser bikevin.”
 
 

Sernavên din

24/09/2022
09:36 Li dijî şerê taybet di tûrnûvayê de bûn yek
09:19 Mazlum Ebdî piştgirî da protestoyên li Îranê
09:11 Girtîgehê amûrên paqijiyê desteser kir, nexweşî belav bû
09:11 Li Edliyeya Êlihê mudaxileyî biryara serbestberdanê hat kirin!
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2022'YAN
08:21 Cenazeyê Hatîce Ay bi girseyî li gundê xwe hat veşartin
23/09/2022
23:19 ŞanoWanê 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê diyarî Jîna Amîniyê kir
22:46 Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter hatin dayîn
21:54 Li Loristanê jî xwepêşandan dest pê kirin
21:03 Piştî hat gotin dê cenaze bê dayîn, malbatê navber da nobeda xwe ya edaletê
20:41 Wêneyê Amîniyê bi sûran ve daliqandin
20:18 Nobeda Edaletê: Ên xwe li bêdengiyê datînin şirîkên vî sûcî ne
19:12 Ciwan ji bo Jîna Amîniyê meşiyan
18:53 Di operasyonê de pêşefserek mir
18:39 Li MED-DER'ê ji bo nivîskaran roja îmzeyê
18:25 Sal û 6 meh ceza li nûçegihana Jinnewsê Onverê hat birîn
17:55 Malbatê ji bo cenazeyê keça xwe dest bi Nobeda Edaletê kir
17:38 Jina ku otobêsa şaredariyê pê li wê kir jiyana xwe ji dest da
17:28 Li Rihayê zarokekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
17:21 Kujer doza lêborînê li polîsan kir, ji ber ku 'ew reht kirine'
16:54 Otobusa şaredariyê li jinêkê da
15:46 Artêşa tirk Şengal bombebaran kir
15:40 Demîrtaş û Mizrakli ji bo Jîna Mahsa Amînî pora xwe jê kirin
15:38 Serokê HAK-Îş’a Mêrdînê li avahiya sendîkayê mirî hate dîtin
14:50 Li Mêrdînê 2 cenaze li goristana bêkesan hatin veşartin
14:02 Wezareta Çandiniyê ji bo neçîra pezkoviyekî îhale vekir
13:47 80 wêjevanan piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê
13:46 Tevî ku cenaze hatine teşhîskirin jî nadin malbatan
13:28 Çalakiyên jinan didomin: Ev rejîm neçarî tunebûnê ye
13:14 Dê forûma ‘Jinên ciwan xwe bi şerê gel ê şoreşgerî diparêzin’ bê lidarxistin
12:24 PDK, li ser girê ku leşker lê hatin kuştin baregehekê ava dike
12:21 Ji bo piştgiriya bi jinên îranî re bang: Werin em agirê serhildanê geştir bikin
12:20 Mîhrîcana ŞanoWan îro dest pê dike
12:01 Ferît Şenyaşar: Bila destê siyasî yê li ser dozê bê rakirin
12:01 Erdên gundiyan bi darê zorê jê standin û dan Cengîz Holdîngê
11:47 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:44 Jina ducanî bi awayekî biguman birîndar bû
11:43 Bavê Jîna Amînî: Cenazeyê keça min nîşanî me nedan
11:29 Doza Girtina HDP’ê: Dewlet bû seferber
11:19 Rewşa girtiyê nexweş Yûsûfoglû roj bi roj girantir dibe
11:10 Dora cîsmê ku leşkeran îmha nekirî bi keviran girtin
10:56 Av. Şakar: Komîteya Wezîran neçare ku biryara DMME’yê pêk bîne
09:06 Gotibû hemû lazimatiyên wan hatine peydakirin lê derket holê ku tenê 200 lîre daye
09:05 ‘Zarok ji ber tesîsa çopê ya Şaredariya Çewligê nexweş dikevin'
09:05 ‘Meşa Cûdî bû çavkaniya moralê'
09:04 Tifaqa Ked û Azadiyê: Armanca me yekîtiya herî berfireh a jinê ye
09:04 Jina ku ji bêgavî dest ji Îranê berda: Divê gel di vî şerî de bi ser bikeve
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN
08:52 Keştiya penaberan noqî avê bû: 34 kes mirin
22/09/2022
20:35 Karkerê ji ser înşeatê ket jiyana xwe ji dest da
19:17 Çar girtî nîvê şevê hatine sirgûnkirin
18:22 Di Doza Vartînîsê de der barê bersûc Karaoglû de biryara bultena sor
16:34 Raportorên NY’ê Îran şermezar kir
15:47 HDP ji bo Jîna Amînî li kolanan bû: Em ê têkoşîna xwe bi pora Jînayê dîsa vehînin
15:09 Nobeta Edaletê: Dê ev roj jî derbas bibin
14:53 Konsera Îlkay Akkaya ya li Rihayê hate qedexekirin
14:51 Tifaqa Kurdistanî û Platforma Jinên Kurd: Em serhildana gelê me yê Rojhilat silav dikin
14:46 Eyup Mîlan ê ûrmiyeyî: Kurd li qadan e û li ber xwe didin
14:21 OHD’ê ji bo girtiyên nexweş bang kir
14:19 Rêxistinên hiqûqê ji bo Balaç banga berdanê kirin
13:58 Gilêşê di Çemê Firatê de ziyanê dide tenduristiya gelê herêmê
13:34 Malbatên girtiyan: Kesên xwedî wijdan divê ji bo çareseriyê israr bikin
13:18 Beştaş: Em jin dê vê desthilatdariyê biguherînin
13:15 Li rojnamevan Yalçin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn
13:04 HDP: Pora Jîna Amînî dê bibe alaya jinên azad ên Rojhilata Navîn
12:43 Nobeta Edaletê di roja 563’yemîn de ye
12:26 RAWA: Destkeftiya li Îranê dê li Efxanistanê jî rê li ber guherînê veke
11:57 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Doza Mûsa Anter: Têkoşîna edalet û heqîqetê wê bidome
11:40 Aktîvîsta jin a kurd: Hêrs û tevgera gel a li kolanên Îranê pir xurt e
10:54 Li gorî TUÎK’ê endeksa baweriyê ya mezêxeran ji sedî 72,4 e
10:45 Gundiyê ku îşkence lê hatibû kirin hat girtin
10:22 Şakar: Berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê CPT û DMME ye
09:26 Ji girtiyê nexweş heqê xwarine xwestine
09:03 Rojnameger Aştiyanî yê geşedanên li Îranê dişopîne: Tu hêz nikare vê çalakiyê bide sekinandin
09:01 MED-DER'ê ji ber eleqeyeke zêde dema serlêdanê ya ji bo qursên kurdî dirêj kir
09:01 Kamaç: Bi tecrîdê hiqûq hatiye binpêkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN
21/09/2022
22:16 Li Cizîrê êrişa DEDAŞ’ê: 4 jin hatin binçavkirin
22:08 Dîcle Anter: Bavê min careke din hat kuştin
20:32 Derwêşî yê li Urmiyeyê hat qetilkirin bi merasîmeke girseyî hat veşartin
20:03 Perwerdekaran doza mafê xwe yê promosyonê kir
19:11 Doza Mûsa Anter bi hinceta ku ketiye ber demboriyê hat betalkirin
16:56 Doza Komkujiya Sêwasê: Bersûcên firarî bînin
16:49 Jinan li ber Konsolosxaneya Îranê qetilkirina Amînî şermezar kirin
16:16 Di Nobeta Edaletê de ji bo rakirina tecrîdê bang kirin
16:10 Jûriya Nûçeyên Tirkî ya Mûsa Anter xelat paşve kişand
15:55 Leşkeran gundê Memkavayê dorpêç kirine: Li her derê mobese û fotokapan danîn
15:37 Li Zapê leşkerek hate kuştin
15:36 ‘Em ê nehêlin mirinên li girtîgehan bikin tiştekî jirêzê’
15:25 DÎB’ê li dijî şer komîsyon ava kir
15:00 Buldan û Bayindir çûn serdana esnafan: Dema têkbirina AKP’ê heye
14:26 Li Cizîrê rageşiya DEDAŞ’ê
14:23 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Esen
14:00 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir
14:00 HDP dê ji bo Jîna Mahsa Amînî dakeve qadan
13:45 10 kesên bi hinceta şala kesk, sor û zer hatibûn girtin hatin berdan
13:27 Doza ‘Komîteya zindanê’ hat taloqkirin
13:07 Danişîna doza aktivîsta mafên jinan Arasê hate taloqkirin
13:02 Di serdegirtina malê de tundî û gefxwarin