Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn

  • rojane
  • 14:22 18 Tebax 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’a Şirnexê, ji bo salvegera 30’emîn Komkujiya Şirnexê ya ku di encamê de 55 kes hatibûn qetîl kirin, serdana Gorîstana Şehîdan kir. Di bernameyê de parlementera HDP’ê Şirnexê Nuran Îmîr axivî û got: “Em van komkujiyan ji bîr nakin û ev komkujiyên li ser gelê me tên kirin sedema me ya ku li dijî van faşizm û dagirkeran li ber xwe bidin e.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, ji bo 30’emîn salvegera Komkujiya Şirnexê ku di sala 1992’yan de pêk hatibû û di encamê de 55  kes hatibûn qetîl kirin, serdana Gorîstana Şehîdan kir û ew bi bîr anîn. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz û endam û rêveberiyên Partîya Herêmên Demokratîk(DBP) û HDP’ê beşdarî bernameya bîranînê bûn. 
 
‘30 SALIN ÊRIŞ DIKIN’ 
 
Di bîranînê de parlementera HDP’ê Nûran Îmîr axivî. Îmîr, di destpêka axaftina xwe de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, komkujî şermezar kir û wiha got: “30 sal berê dewleta tirk bi êrîşên xwe yên hovane komkujîyek li Şirnexê pêk anî. Ji zarokan bigire heya mirovên 70’ê salî gelê kurd bi qirkirinê re rûbirû hişt. Li gorî daneyên fermî 55 kesan di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan lê tê gotin ku ji 160’ê zêdetir kesan jiyana xwe jidest dane. Ev qetlîama hovane jî weke PKK’ê kiriye nîşan dan. Lê belê Tirkiyê bi xwe ew komkujî pêk anî. Piştî 21 sal bi ser qetlîamê re derbas bûn, Waliyê Şirnexê Mustafa Malay îtîraf kir ku ew komkujî bi destê dewletê hatiye kirin. Rexmî van hemû îtîrafan jî derheqê wan kujeran de ne lêpirsinek ne jî dozek hate vekirin.” 
 
‘KESÊN BIJARTÎ BÛN’
 
Îmîr, destnîşan kir ku ev komkujî planek cerîbandina darbeyekê bû û got: “Di vê komkujiyê de herêma Şirnexê wek herêmek pîlot hate bijartin û kesên ku di vê komkujiyê de hatin qetîl kirin jî kesên bijarte bûn. Di vê pêvajoyê de dewleta tirk rasterast bi tevgera azadiyê re di nav hevdîtinan de bû ku şerê çekdarî were rawestandin. Ango hewildanên sekinandina şer hebûn. Ji xwe di sala 1993’an de meha Nîsanê de jî agirbesta yekemin hate îlankirin. Em gava li dîrokê dinêrin çawa 30 sal berê ji bo ku ew agirbest neyê kirin û çekên çekdarî neyê rawestandin mudaxeleyên wek darbe hate kirin, îro jî em heman helwestan dibînin.  Wekî di sala 2013’an de ji bo ku çareseriya pirsgirêka kurd re mudaxele were kirin 3 jinên kurd li Parîsê hatibûn qetîl kirin.” 
 
‘JI BÎR NAKIN’
 
Îmîr, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku heke kujerên Komkujiya Şirnexê bihatina darizandin îro li Şirnexê bi dehan komkujî nedihatin kirin û wiha pêde çû: “Şirnex herêmek xwedî taybetmendiyek civakî, eşîrî û rêxisitinkirî ye. Lewra Şirnex di vê komkujiyê de hate bijartin. Ji wê rojê heya niha gelê kurd bi dehan komkujiyan re rûbirû hate hiştin. Tevî van yekan bi parastina kujeran jî dixwazin desthîlatdariya xwe li ser xwîna gelê kurd li ser piyan bihêlin û misoger bikin. Lê em careke din dibêjin gelê kurd heya roja îro tevî komkujî û êrîşan jî têkoşîna xwe nedaye rawestandin. Ji wan salan ve heya roja îro bi heman zîhnîyetê û dijminatiyê êrişî vî gelî dikin. Em vê zîhnîyeta qirêj şermezar dikin û hemû cangoriyên ku di Komkujiya Şirnexê de jiyana xwe jidest dane bi rêzdarî bibîr tînin. Di kesayeta Bişeng Anik da her mirovekî/e me ya Şirnexê di rihê wan cangoriyan de rih da. Em van komkujiyan ji bîr nakin û ew komkujiyên li ser gelê me sedema me ya ku li dijî van faşizm û dagirkeran li ber xwe didin e.” 
 
 Piştî axaftinê bername bi danîna qûrnefîlan a li ser gorîstanê bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

18/08/2022
16:00 ‘Tecrîda Îmraliyê bi awayek sîstematîk belav bûye, bêdengî sûc e’
15:36 Ji Girtîgeha Şakranê 9 girtî hatin sewqkirin
15:11 Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 leşker hatin kuştin
14:42 Malbatên girtiyan li Wanê banga ‘Edaletê’ kirin
14:42 Li Mêrdînê 3 cenaze li Goristana Bêkesan hatin veşartin
14:27 TUM BEL-SEN: Em qeyûmên ku îradeya gel desteser kirine naxwazin
14:22 Qurbaniyên Komkujiya Şirnexê hatin bibîranîn
14:04 Nobeda Edaletê: Yên ku mirinê rewa dikin wê hesab bidin
13:57 Du zarokên ku ketin golê jiyana xwe ji dest dan
13:39 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 40’an derket
12:32 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
12:16 Jin îro bi Emîne Şenyaşar re Nobeda Edaletê digirin
11:29 Rewşa Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû hê jî giran e
10:35 Emîne Osê: Em ê li dijî êrişan xwe biparêzin
10:35 Girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne bang kirin
10:12 ‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’
09:43 Îşkenceya ‘em ê hêza dewleta tirk nîşanî te bidin’ li Mihçi hatiye kirin
09:04 32 sal in bi hesreta gundê xwe dijî
09:04 Rewşa 4 girtiyên ku bi koronayê ketine giran bû
09:04 Ji ber ku îşkenceya li Sîlîvriyê ragihand cezayê dîsîplînê lê birîn
09:03 Wekîlê şaredarê AKP'ê ku îstifa kir lîsteya kesên ku bi dekûdolaban ketine kar parve kir
09:03 Nahêlin girtiyê bi penceşêrê ketiye malbata xwe bibîne!
09:03 ‘Sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne'
09:03 Girtîgeha Baybûrtê ya Jinan: Mafê tenduristiyê tê astengkirin, înfaz tên şewitandin
09:00 ROJEVA 18'Ê TEBAXA 2022'YAN
17/08/2022
17:22 Li Girtîgeha Bunyanê 35 girtî bi koronayê ketin
17:22 Ji bo piştevaniyê serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê kirin
16:50 DBP’ê, HDP’ê û TJA’yê ‘li dijî şer û mêtingeriyê’ civîna gel li dar xist
16:40 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê 100 roj li pey xwe hişt
15:55 57 girtiyên edlî yên av xwestin hatin sewqkirin
15:50 Rapora Girtîgeha Îskenderûnê: Mafê tedawiyê yê girtiyan tê astengkirin
15:34 Malbatên girtiyan li dijî tundiya polîsan serî li ÎHD’ê dan
15:06 Jinan qeyûman şiband ‘waliyên mêtingehiyê’
15:02 Ji 7 jinên HDP’î re doz vekirin: Guhdarkirina muzîka kurdî sûc e
14:16 Ji bo rawestandina qirkirina daran 180 serlêdan hatin kirin
13:42 ‘Qanûnên xwe bisepînin’
13:36 Mûtlû: Qeyûm êrişeke bîrdozî ya li dijî têkoşîna jinan e
13:25 Cenazeyê zarokê ku di bendava 'ewlehiyê' de winda bûbû hat dîtin
12:49 Dermanên Ûlûg a li Girtîgeha Şakranê tê ragirtin nadinê!
12:33 Panela li dijî qeyûman têkoşîna hevpar: Divê destkeftiyên jinan bên parastin
12:24 TMMOB bi malbata Şenyaşar re di nobetê de ye
11:24 Ji bo cenazeyên di depoya nexweşxaneyê de tên sekinanin bang li saziyên maf hate kirin
10:31 Li Mêrdînê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:25 Kûlû: Desthilata AKP’ê û MHP’ê berdewama hişmendiya Abdûlhamît e
10:13 Berdevkê Ragihandina HSD'ê Şamî: Tirkiye dê penaberan bi darê zorê bişîne
09:55 25 pêşniyazpirsên têkildarî talankirina daran bêbersiv hatin hiştin
09:03 Bîlmez: Li dijî tecrîdê pêdivî bi çalakiyên demokratîk heye
09:02 Kesên bi dayika Emîne re nobed girtin: Em aliyên vê dozê ne
09:01 Gava kiryar dewlet be, kamera xerabe ne!
09:00 ROJEVA 17'Ê TEBAXA 2022'YAN
16/08/2022
19:09 Li Hezexê jinan pêkanînên qeyûman nîqaş kir
17:04 Giliyê Ozdag hat kirin ku heqaret li Şêx Seîd kiribû
17:01 Li gorî dozger parvekirina nûçeyan a rojnamevan Yûrtsever ‘sûc’e
16:56 Li Denîzlî û Îzmîrê Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş berdin
16:42 Perînçek û Sancak diçin Sûriyeyê
16:18 Ji 22 binçavkiriyan 19 jê hatin berdan
16:18 Tevgera Sadr xwepêşandan bo demekî nediyar taloq kir
16:03 Aysel Tûglûk bi koronayê ket
16:02 Li Keçîorenê êrişî avahiya HDP’ê kirin
15:59 Beştaş: Mirinên li girtîgehan cînayet in
15:07 TJA ji bo jinên Efxanistanê daxuyanî da
14:46 HDP’ê salvegera tayînkirina qeyûman protesto kir
14:18 Candemîr ji hêla bi hezaran kesan ve hate veşartin
13:58 Sancar li Hacibektaş bang kir: Çareserî, hemwelatîbûna wekhev e
13:53 Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê: Hêzên garantor ji êrişan berpirsiyar in
13:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdana kirin
13:07 Li Wanê nexweşiya tebeqê: Bazara sewalan hate girtin
12:32 Baroya Rihayê bi malbata Şenyaşar re nobetê digire
12:31 Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext
12:30 Li Amedê 40 kes hatin berdan
12:18 Yildirim gelek îşkence dîtin û gav bi gav terkî mirinê hat kirin
12:08 Tirkiye êrişî Kobanê dike: Zarokek hat qetilkirin
12:03 Ji Baroya Şirnexê banga ji bo qirkirina daran: Biçin serî li walîtiyê bidin
11:44 Bang li Wezîrê Dadê û partiyên siyasî kirin: Ji girtîgehan cenaze derdikevin
10:48 Talan li Şirnexê didome: Hafriyatên madenan çeman qirêjî dikin
10:31 Tirkiye êrişî Kobanê û gelek deverên Rojava dike
10:12 Cerdevanê ji cînayeta Ozkan firarî hate girtin lê dadgehê berda
09:49 Hejmara girtiyên ketin greva birçîbûnê derket 20’an
09:36 Li Dirbêsiyê şer qewimî
09:09 Egîtîm Sen a Wanê têkildarî qedexeyên walîtiyê serî li dadgehê da
09:08 Lêçûnan cotkariya bacanan têk bir
09:07 Di 8 mehan de 43 girtiyan jiyana xwe ji dest da
09:04 Xetereya jiyana Ûlûg ê di encama teqîna alavekî leşkerî de birîndar bûbû didome
09:03 Parêzerên H.E. giliyê berpirsyaran kirin
09:02 Ji bo niştecihên wir qedexe ye lê ji bo birîna daran serbest e!
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2022'YAN
07:42 Midûra karên nivîsan a ajansa me hat berdan
15/08/2022
22:38 Midûra Karê Nivîsan a ajansa me Yûrtsever hate binçavkirin
21:56 Hevserokê HDP’î Ozek hate girtin
20:08 Wêneyê Leyla Guven ê nû hate parvekirin
18:35 Dayikên Aştiyê û HDP’ê serdana malbata Şenyaşar kirin
17:31 Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn
17:02 40 ciwan li ser 3 îxbarên bêbingeh hatine binçavkirin!
16:41 Yildirim ku li girtîgehê wefat kiribû li Dêrsimê hate definkirin
16:33 DAD’ê li Xinûsê aşûre belav kir
15:35 Karkeran bertek nîşanî qeyûm dan: Heqdestên me zêde bikin
15:30 5 hezar gurzên gîha û 20 tonên kayê şewitîn
15:14 HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin
14:15 Binçavkirina endam û rêveberên HDP’ê hate protestokirin
13:51 Rapora girtîgehên Derya Reş: Mafên herî bingehîn jî hatine astengkirin