Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin

  • rojane
  • 10:35 18 Hezîran 2022
  • |
img

ENQERE - Mehmet Salîh Fîlîz ê ku şahidiya tacîz û tecawiza li Girtîgeha Pozantiyê qewimî kiribû, diyar kir ku tola Pozantiyê jê hildidin lewma zilmê lê dikin û her çiqas ew nexweş e jî tedawiya wî tê astengkirin. 

 
 
 
Li Girtîgehên Tîpên S’yê li pey binpêkirinên mafan diqewimin. Ev tîpa S jî dişibe tîpa F’yê û di serdema AKP’ê de ketine meriyete. Mehmet Salîh Fîlîz ji 7’ê nîsanê ve sewqî Girtîgeha Bodruma Muglayê ya Tîpa S’yê hatiye kirin û di hucreya yek kesî de tê têcrîdkirin. Fîlîz şahide sosretiya tecawiz û tacîza di sala 2012’yan de li Girtîgeha Pozantiya Edeneyê ya Zarok û Ciwanan a Tîpa M’yê qewimîbûn kiribû. 
 
Fîlîz niha nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye û bi nameya ku wî ji ajansa me re şand behsa binpêkirinên mafan kup ê re rûbirû dimîne kir. 
 
JI BER RADYO KIRÎ CEZAYÊ HUCREYÊ DANÊ 
 
Fîlîz ê berê li Girtîgeha Odemîşa Îzmîrê girtî bû bi hêceta ji kantînê radyo kiriye 11 roj cezayê hucreyê lê hat birîn û di encama nirxandina cezayê dîsiplînê de wî sewqî Bodrûmê kirin. 
 
BÊYÎ MUAYENEKIRINÊ RAPOR DAN
 
Fîlîz ê ku sewqî Bodrumê hat kirin li ber deriyê girtîgehê ji aliyê gardiyanan ve bi lêgerîna tazî re rûbirû dimîne. Gardiyan li Fîlîz didin û wî dixin hucreya yek kesî. Fîlîz piştî 3 saetan di hucreyê de ji ber xwînrêjiya giran a rovî ji ser hişê xwe çû û bi qasî 2 saetan li benda ambulansê ma û rakirin nexweşxaneyê. Fîlîz li nexweşxaneyê bi gotina "Em nikarin ji bo vî nexweşî tiştekî bikin" wî paş ve birin hefsê.  Bijîşka ku ji bo kontrolê her dem dihat girtîgehê, di 11'ê Nîsana 2022'an de raporek nivîsand û got ku Fîlîz ji ber xwînrijiyê "wê nikaribe bi tenê li hefsê bimîne.” Piştî raporê Fîlîz birin cem girtiyek ku wê lê binêre. Lê heman doktor piştî hefteyekê bêyî muayenekirina Fîlîz rapora duyemîn amade kir û rapora “Dikare di hucreya yek kesî de bimîne” da.
 
Fîlîz destnîşan kir ku li Girtîgeha Bodrûmê ya Tîpa S’yê ji ber rêziknameyê hemû girtiyên tînin wir ji roja tên heta 60 rojan di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. 
 
‘KAMERA HUNDIRÊ DAŞIRÊ JÎ NÎŞAN DIDIN’ 
 
Fîlîz derbarê rewşa qawîşên Girtîgeha Tîpa S de agahî da û wiha got: “Mafê me tine ku em li kêleka hev bin û çalakiyan bikin ku ev mafê me yê herî bingehîn e. Ev cîh ji hêla teknolojîk ve bi ewlehiya bilind ve hatiye çêkirin. Di hundirê odeya me de kamerayên ku hundirê tuwaletê nîşan didin hene. Li şûna têlên girtîgehê ku em dizanin, têlên elektronîk hene. Hucre û baxçeyên me her yek 5 gav in. Tu ferqa Tîpa S’yê ji Tîpa F’yê nehiştine. Di ketin û derketina qawîşan de ferzkirina pêlava xwe li erdê nexwe anîne.” 
 
JI BER KU NEXWESTIYE BIÇE NEXWEŞXANEYÊ CEZA LÊ BIRÎNE
 
Fîlîz diyar kir ku di 15'ê nîsanê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrumê hatiye kirin û sepana "lêgerîna nava dev” bi darê zorê lê hatiye ferzkirin, ji ber wê jî tevî nexwestiye wî biçe wê nexweşxaneyê jî lê bi darê zorê wî careke din birine nexweşxaneyê. Fîlîz di nameya xwe ya di 28'ê nîsanê de ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re nivîsand de diyar kir ku di 29'ê nîsanê de ji ber ku nexwest biçe nexweşxaneyê mehekê çalakiyên sporê li wî hatiye qedexekirin. Fîlîz derbarê mijarê de serî li Dadgeha Înfazê da lê bi hêceta "Zirar daye û îtîbara personelên saziyê xera kiriye" hat redkirin. Fîlîz diyar kir ku ew ê cezayê dîsiplînê yê ku jê re hatiye dayîn, bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.
 
‘REWŞA MIN NEBAŞ E’
 
Fîlîz ê ku divê tedawiya xwe li beşa romatolojî û gastroenterolojiyê ya nexweşxaneyan bidomîne, diyar kir ku ji ber ku ev beş li nexweşxaneya Bodrumê tune ye, neçar ma biçe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Muglayê ya ku bi kîlometreyan dûr e. Fîlîz ê ku di 25’ê cotmeha 2021’an de ji rûviyên wî biyopsî kiribû, destnîşan kir ku ji vê dîrokê heta 7ê nîsanê ew nebirine kontrola doktor. Fîlîz di nameye de wiha behsa vê yekê kir: "Îro tu yê biçûna kontrola doktor lê midûrê girtîgehê betal kiriye. Hêceta vê yekê jî ew e ku cezayên dîsiplînê li min birîne. Ji aliyê tenduristiyê ve ji bo min gelekî zehmet e ku rêyeke wiha dirêj biçim û werim. Ji roja ku ez anîme vir û şûnve bi rastî jî qet ne baş im.”
 
Fîlîz di 18'ê adara 2016'an de hat girtin. Fîlîz wê çaxê dema hatibû girtin daxuyanî dabû û ji bo hêceta girtina xwe vê şîroveyê kiribû: "Tola Pozantiyê ji min hildidin." 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

22/06/2022
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket