'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'

  • rojane
  • 09:02 1 Hezîran 2022
  • |
RIHA - Di ser qetilkirina siyasetmedar Muhsîn Melîk re 28 sal derbas bûn. Hevjîna wî Şenay Melîk got: "Kesên nikaribûn li hemberî fikirên wî bitêkoşin, serî li jiholêrakirina wî dan. Dê bi fikirên xwe bijî." 
 
Di ser qetilkirina siyasetmedar Muhsîn Melîk û hevalê wî Mehmet Ayyildiz re 28 sal derbas bûn. Melîk û Ayyildiz di 2'yê Hezîrana 1994'an de li Rihayê di êrişeke çekdarî de hatibûn qetilkirin. Şenay Melîk, hevjîna Muhsîn Melîk, di 28'emîn salvegera qetilkirina wî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wî kir. 
'TIM DIXWEST XWE BIGIHÎNE HEQÎQETÊ'
 
Şenay Melîk anî ziman ku Muhsîn Melîk tim doza aştî, demokrasî û mafên mirovan kiriye û wiha behsa hevjînê xwe kir: "Di nava vê têkoşînê de cih girt. Neferekî bêtawiz ê vê têkoşînê bû. Armanca wî ya sereke xizmeta herêma xwe û gelê xwe bike. Li cem gel bû, bi pratîka xwe pesend kiribû ku bê çawa bûbû şirîkê êş û coşên gel. Tiştên qezenc bikirana û winda bikirana ên tevahiya mirovahiyê bûn. Tim û tim li cem gelê xwe û rastiyê bû. Tim hewl dida ku xwe bigihîne heqîqetê. Wisa yeqîn dikir ku rêya ber bi edaletê û azadiyê ve diçe rêya heqîqetê ye. Di rêgezên xwe de bibiryar û di liv û tevgerên xwe de bihêz û bitebat bû. Cudahî ji bo wî dewlemendî bûn û ji bo jiyaneke watedar cudahî bivênevê bûn ji bo wî û ji bo vê dixebitî." 
 
HEP; DEP Û HADEP
 
Şenay Melîk da zanîn ku hevjînê wê ewilî di saziyên cemaweriyê de xebitiye û got: "Di Midûriyeta Çandiniyê, DSÎ û Midûriyeta Kooperatîfên Gundan de wekî rêvebir û endezyar xebitî. Di sala 1984'an de li Amedê hat binçavkirin. 40 rojan di binçavan de ma. Gava derket ew sirgûnî Çankiriyê kirin. Îstifa kir û em hatin Rihayê. Êdî bi awayekî serbest xebitî. Gava karê xwe dikir di nava rêxistinên civaka sivîl de jî dixbeitî. Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Rihayê ava kir û bû rêvebirê wê. Di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê de cih girt. Di avakirina HEP, DEP û HADEP'ê de cih girt." 
 
‘HAY JI TALÛKEYÊ HEBÛ'
 
Şenay Melîk bibîr xist ku hevjînê wê Muhsîn Melîk piştî jiyana xwe ji dest daye 2 sal ceza lê hatiye birîn ji ber axaftinek wî ya di Kongreya Giştî ya HEP'ê de û got: "Ji ber ku tevli merasîma cenazeyê Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin bû, 3 mehan di girtîgehê de ma. Gava derket ji tifaqa HEP-SHP'ê bû namzetê parlementeriyê. Serokatiya HEP'ê ya bajêr û ya DEP'ê ya bajêr kir û bû endamê Meclîsa Partiyê ya HADEP'ê. Gava di van partiyan de dixebitî dihat şopandin û bi mirinê gef lê dihatin xwarin. Jiyaneke bi vî rengî ji bo me bûbû awayekî jiyanê. Ew li bendî talûkeyeke bi vî rengî bû. Lê dîsa jî xizmeta gelê xwe dikir." 
 
BERIYA BÊ KUŞTIN DIHAT ŞOPANDIN
 
Şenay Melîk diyar kir ku berî ku hevjînê wê Muhsîn Melîk bê qetilkirin dihat şopandin û got: "Berî bê qetilkirin sê şevan li hemberî mala me, li otoparkê wesayîtek bi şev disekine û gava lempeyên mala me ditefin ew jî diçe. Cîranek me ferq kiribû û ji Muhsîn re gotibû. Di 2'yê Hezîrana 1994'an de serê sibê saet di 9'an de wesayîta ku Muhsîn û Mehmet Ayyildiz tê de hat gulebarankirin. Mehmet Ayyildiz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û Muhsîn jî li nexweşxaneyê. Gava em gihaştin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû." 
 
Şenay Melîk destnîşan kir ku sedema hedefgirtina Muhsîn Melîk pêwendiya wî ya bi girseyê re bû û got: "Heya sax bû bi têkoşîna ji bo demokrasî û mafên mirovan ve girêdayî bû, serbilind bû, fedekar û wêrek bû. Kesên nikaribûn li hemberî fikirên wî bitêkoşin serî li jiholêrakirina wî dan. Lê îro ro fikirên wî, nirxên ku wî ji bo wan li ber xwe dida bi awayekî hîn bihêztir tên belavkirin. Ez wisa difikirim ku di siyaseta demokratîk de şopine girîng hiştin. Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî." 
 
‘EZ Ê HEYA DAWIYÊ ŞOPDARÊ WÎ BIM'
 
Şenay Melîk di dawiya axaftina xwe de got: "Em 28 sal in diqîrin ku bila berpris û kiryar bên dîtin. Heya hevrûbûn çênebe û berpirs neyên darizandin em ê biqîrin. Dê rastî di tarîtiyê de nemînin. Binpêkirina mafê jiyanê sûcekî li hemberî mirovahiyê ye, divê nekeve ber demboriyê. Ez ê heya dawiyê şopdarê wî bim."
 
MUHSÎN MELÎK KÎ YE?
 
Melîk di sala 1951'ê de li gundê Açmalî yê Rihayê hatiye dinê û piştî dibistana seretayî, navîn û lîseyê kuta dike di sala 1970'yî de diçe Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Çûkûroavyê. Melîk piştî vê beşê kuta dike li Rihayê Odeya Endezyarên Çandiniyê ava dike û di rêxistinkirina endezyaran de rol û risteke girîng hildigire. Melîk, paşê di avakirina Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê de jî cih digire. Melîk dibe Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Gelparêz a Sosyal Demokrat (SHP) a Rihayê. Lê piştî 7 parlementerên kurd ji vê partiyê tên îxrackirin ew û hevalên xwe jî ji vê partiyê vediqetin û dibe yek ji damezrînerên Partiya Kedê ya Gel (HEP). Paşê dibe Serokê HEP'ê yê Navçeya Navendî ya Rihayê. Ji ber ku di kongreya ewil a HEP'ê de gotiye "Kemalîzm divê li dadgehên navneteweyî bê darizandin û mehkûmkirin" li DGM'ya Enqereyê tê darizandin. Piştî HEP tê girtin Partiya Demokrasiyê (DEP) tê avakirin û Melîk yek ji damezrînerên vê partiyê ye. Piştî DEP jî tê girtin vê carê Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) tê avakirin û dibe yek ji damezrînerên vê partiyê jî û di Meclîsa Partiyê de cih digire.
 
KIRYAR NEHATIN DÎTIN
 
Piştî revandina karsaz Savaş Bûldan bi rojekê di 2'yê Hezîrana 1994'an de gava Melîk serê sibehê ji malê dertê, kontra wesayîta wî guleberan dikin. Di vê gulebaranê de hevrêyê wî Mehmet Ayyildiz li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dide û ew jî bi giranî li birîndar dibe û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Melîk li nexweşxaneyê berî ku jiyana xwe ji dest bide ji dostên xwe yên li cem xwe re dibêje: "Ez êrişkaran nas dikim. Ji lew re ji zû de ez dişopandim. Ev kes, ew kes in ku em çend caran leqayî hev hatine. Yanî ên çek li me teqandin, kesên di nava ekîba polîsên sivîl de bi xwe ne ku ev ekîb ez dişopandim." 
 
28 sal derbas bûne lê hê jî kesên Muhlîs Melîk û Mehmet Ayyildiz kuştine nehatine dîtin û dosyeya derbarê qetilkirina wan de jî daxilî nava yên kiryar nediyar hatiye kirin. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

04/06/2022
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe