Rojnamevan Ferac: PDK xebatên sîxuriyê dike

  • rojane
  • 10:40 28 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Letîf Ferac êrişên çekdarî yên li bajarên Herêma Kurdistanê nirxand û got: “Demek dirêj e PDK bi xebatên sîxurtiyê û çetekariyê van deran veguherandiye meydana şer.” 
 
Êrişên dijwar ên Tirkiyeyê ku bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên axa başûrê Kurdistanê pêk tîne didomin. Hem deverên Zap, Metîna û Avaşînê bi çekên giran tên bombebarankirin hem jî li bajarên wek Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê siyasetmedar û sivîlên ji bakurê Kurdistanê rastî êrişên çekdarî tên. Herî dawî di 17’ê gulanê de siyasetmedarê kurd Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê di êrişek çekdarî de hat qetilkirin. Di 21’ê gulanê de jî di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê 2 jê zarok 5 welatî hatin qetilkirin. Di heman rojê de di êrişa balafira bêmirov a Tirkiyeyê de li Wargeha Mexmûrê jî welatiyek hat qetilkirin. 
 
‘DIXWAZIN KURDAN BITEPISÎNIN’ 
 
Rojnamevan Letîf Fatîh Ferac van geşedanên li başûr nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye bi zanebûn sivîlan dike hedef. Ferac diyar kir ku ji Yasîn Bulut (Şukru Serhat) bigire heta Zekî Çelebî gelek kes ji aliyê MÎT û çeteyên girêdayî wê ve hatin qetilkirin û destnîşan kir ku ev rewş ji bo tirsandina kurdan e. Ferac da zanîn ku divê derbarê hêzên asayîşa Silêmaniyê têkildarî qetilkirina Çelebî de lêpirsîn bê destpêkirin û got: “Dibe ku di nava asayîşê de têkiliya kesekî bi MÎT’ê re hebe. Ne normal e ku li Silêmaniyê kesek bê kuştin û kujerê wî bireve Hewlêrê. Ji kuştina welatparêzan Asayîşa Giştî ya Silêmaniyê berpirsyar e. Pêwîste rêveberiya herêma Silêmaniyê li ser vê mijarê raweste û lêkolînan bike. Pêwîste bê zanîn ka şirîkê hêzên asayîşa Silêmaniyê di vê yekê de heye yan na.” 
 
‘DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN KURDAN TINE BIKIN’ 
 
Ferac anî ziman ku PDK hewl dide sîxuriyê li kurdan bike û wiha axivî: "Hikûmeta PDK'ê di bin bandora dijminên kurdan de ye û welatparêzên ji bakurê Kurdistanê dike hedef. Ev demeke dirêje PDK’ê bi xebatên xwe yên sîxurî û çetekariyê hewl dide van deran veguherandiye meydana şer û dixwaze her cihî bike deryaya xwînê.”
 
Ferac bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên bi hevkariya PDK’ê pêk tên û wiha domand: “Tirkiye li gelek cihên herêmê bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze herêmê dagir bike. Armanca Tirkiyeyê tenê ew e ku destkeftiyên kurdan ji holê rake kurdan tine bike." 
 
AMERÎKA Û NATO JÎ ŞIRÎK IN 
 
Ferac destnîşan kir ku ji ber Tirkiye di qada şer de li pêş nakeve vê carê li dijî sivîlan qetlîam û êrişan pêk tîne û got: "Li cihê ku destkeftiyên kurdan hebin, bi êrişên bi vî rengî dixwazin wan tine bikin. Bi MÎT û çeteyên girêdayî wê re van êrişan pêk tînin. Dixwazin xelkê bitirsînin. Di van êrişan de hinekan dikin şirîkên xwe û wan bikar tînin. Di van êrişên Tirkiyeyê de hêzên navneteweyî yên weke Amerîka, NATO û Ewropa jî sûcdar in û li dijî êrişên Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Ji ber ku ew jî şirîkên van êrişan in. Bêdengiya hikûmeta Iraqê nîşaneya şirîkatiya van êrişan e. Pêwîste ev hêz bertek nîşanî êrişan bidin û pêşî li êrişan bigirin.” 
 

Sernavên din

01/06/2022
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike
09:02 Xwarinên Amedê wekî yên 'Mitbexa Tirk'an hatin berpêşkirin
09:01 Ergul: Ji bo azadiya Ocalan em mecbûr in zorê bidin komîteyê
09:00 Ozsoy: Cîhan îflaskirina polîtîkaya Tirkiyeyê ya derbarê kurdan de nîqaş dike
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2022'YAN
08:22 Li Êlihê 11 jin hatin binçavkirin
30/05/2022
22:54 Li noqteya lêgerînê polîsan li hevserokê HDP'î xist
20:32 Cenazeyê kolber Seydanîferd hat veşartin
16:38 Ji bavê Poyraz re ceza xwestin
16:31 Girtiyê nexweş Başaran bi darê zorê sewq kirin
16:25 Li Herêma Kurdistanê 3 leşker hatin kuştin
15:26 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li welatiyekî astengdar dan
15:25 Di Doza Kobanê de berteka hevpar: Tu rewabûneke vê dozê nîne
15:20 Li Dêrsimê 20 xwendekar hatin berdan
15:14 Li Silopiyayê welatiyek bi ceyranê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
15:11 TUAY-DER: Bingeha hemû bê hiqûqiyên li girtîgehan tecrîda li ser birêz Ocalan e
14:59 Rapora TÎHV’ê ya 2021’an: Di sala 2021’an de îşkence derket lûtkeyê
14:43 Li Girtîgeha Jinan a Amedê tetbîqata êrişê!
14:19 Danişîna doza rojnameger Olçen hate taloqkirin
14:16 Dozger ji bo zarokên hatin tecawîzkirin got ‘rizaya wan heye'
14:13 Ji Tûncel ji bo dadgerê Doza Kobanê: Li gorî Destûra xwe ya Bingehîn tev bigerin
13:00 Hevşaredara Bismilê tehliye bû
12:59 Li Enqereyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:52 Danişîna endama meclîsa şaredariyê Aslan hate taloqkirin
12:36 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 448’an de berdewam kir
12:32 Welatiyên Şirnexî bertek nîşanî talan û operasyonê dan: Em ê bêdeng nemînin
12:17 Bûldan: Doza Kobanê dikeve
12:06 Li Cizîrê agir bi zeviyên genim ket