Polîsên bi unîformayê Heyvasor piştî ‘alîkariyê’ sîxurtî ferzkirin

  • rojane
  • 10:54 21 Gulan 2022
  • |
img
ERZIROM - Kesên bi cilên peywîrdarên Heyvasor li gundan qoliya alîkariyê belav dikirin, li kesên ji bo alîkariyê gazî Qeymeqamtiya Xinûsê kirin, sîxurtî ferzkirin. 
 
Kesên hatin li gundên Xas û Dumanli yên navçeya Xinûsa Erziromê û xwe weke “Peywîrdarên Heyvasor” dan nasîn, qoliyên alikariyê belavkirin. Kesên ku unîformayên Heyvasor li xwe kirin, ji bo welatî alîkariya pere bigirin gazî Qeymeqamtiya Xinûsê kirin. Welatiyên ku çûn qeymeqamtiyê bûn şahid ku kesên xwe weke peywîrdarên Kizilayê dan nasîn polîs in. 3 welatiyên ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin, tiştên jiyan ji ajansa me re vegotin. 
 
LI GUND PEYWÎRDARÊN HEYVASOR LI QEYMEQAMTIYÊ ENDAMÊN ÎSTÎXBARATÊ NE
 
Ji welatiyan ê ewil, bi lêv kir ku dema çûn qeymeqamtiyê, kesên ku qoliyên alîkariyê dane wan xwe weke “endamên îstîxbaratê” dane nasîn û rewşa pê re rûbirû ma wiha vegot: “Kesên weke xebatkarên Heyvasor hatin gund, dema ez çûm qeymeqamtiyê xwe weke endamên îstîxbaratê dane nasîn. Ji min re pirsa “Li herêmê çi xebatên HDP’ê hene û HDP’î çi karî dikin?’ pirsîn. Min ji wan re bi gotina ‘ez ji bo vê yekê nehatim vir, agahiyê nadim we’ bertek nîşanî wan da. Dema ku min bertek nîşanî wan da bi gotinên ‘Heke tu bi me re nexibîtî ji xwe re rêbazeke mirinê hilbijêre, tu ne di ferqa hêza dewletê de yî. Heke tu bi me re nexibitî ji niha ve ji xwe re girtîgehekê biecibîne, tu dê di demekî nêz de biçî wê derê’ gef li min xwarin. Min ev rewş qebûl nekir û xwest min berdin. Ji min re gotin ‘em ê te hêj bibînin’ û piştî du saetan ez berdam.”
 
FERZKIRINA SÎXURTIYÊ 
 
Welatiyekî din jî ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide jî diyar kir ku dema çû Qeymeqamtiya Xinûsê ew birine odeyekê û polîsên ku beriya niha qoliyên alîkariyê belavkirine ew xistine lêpirsînê. Welatî anî ziman ku polîsan sîxurtî li wî ferzkirine û wiha got: “Ji min re gotin here odeya ku wan nîşanî min da. Ez çûm odeyê hîn bûm ku ew kesên weke xebatkarên Heyvasor hatin gund polîs in. Xwestin ku alîkariya wan bikim. Ji min xwestin ku kî li gund çi dike, navên kesên deng didin HDP’ê û li gund axaftinên siyasî yên çawa tên kirin ji wan re ragihînim. Min ev yek qebûl nekir.”
 
GEFA MIRINÊ XWARIN
 
Welatî, da zanîn ku polîsan ewilî jê re gotine ku dê pere û wesayîtê bidin we û wiha berdewam kir: “Dema min ji wan re got ez ê biçim miduriyeta polîsa giliyê web ikim; ji min re gotin ‘cihê tu dixwazî dikarî biçî, her tişt di destê me de ye’. Bi mirinê gef li min xwarin û gotin ‘Heke em bibîhizin te propagandaya HDP’ê û Tevgera Kurd kiriye em ê serê te jê bikin. Hûn hemû dê hêza dewletê bibînin.’ Min jî li dijî bêhiqûqiya hate kirin li ber xwe da. Piştî du saetan ez berdam. Têkildarî vê bûyerê ez biçim li dozgeriyê giliyê wan bikim.”
 
‘WALIYÊ ERZIROMÊ FERMAN DA’
 
Welatiyekî din jî diyar kir ku polîsan li qeymeqamtiyê bi saetan tundiya devkî û psîkolojîk lê kirine û pirsên “Tu çima diçî avahiya HDP’ê? Liv ir ji we re çi vedibêjin?” jê pirsîne. Welatî da zanîn ku polîsan bi gotina “An tu dê bi me re bixebitî an jî em nahêlin tu li vir bijî” gef lê xwarine û wiha domand: “Min bersiva pirsên wan neda û ji wan re got ez ê biçim qereqolê û giliyê wan bikim. Ji min re gotin ‘Tu biçî ku derê here, me tu bi fermana walî gazî vê derê kirî. Tu mecbûrî bersiva van pirsan bidî?” Dema min bi israr got ez bersiva pirsan nadim. Ji min re gotin ‘em ê jiyana te tar û mar bikin, tu dê ji niha û şunde ji me re bixebitî heke tu nikarî li van deran bisekînî.’ Pişt re ez berdam.”
 
Li aliyê din hate diyar kirin ku gelek welatî bi heman awayî gazî Qeymeqamtiya Xinûsê hatine kirin û sixurtî li wan hatiye ferzkirin. 
 

Sernavên din

25/05/2022
09:17 'Dixwazin bi darê zorê penaberan li erdnîgariya Kurdistanê bi cih bikin'
09:00 ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'YAN
24/05/2022
23:08 Dîlan Înan a di şer de jiyana xwe ji dest dabû hat veşartin
17:06 Bi hinceta heqaret li Mûsa Orhan kiriye ceza li Ezgî Mola hat birîn
16:56 Danişîna doza leşkerê ku Sertîp Şen qetil kiribû hate dîtin
16:47 Wezîrê Karên Derve yê Finlandiyayê: Em sibê şandeyên xwe dişînin Enqereyê
16:42 Bîlançoya êrişên ser Başûr giran dibe
15:50 Sancar bang li muxalefetê kir: Li dijî şer xwedî helwest bin
15:49 Piştî 15 salan wê Tirkiye di asta bilind de serdana Îsraîlê bike
15:23 Ji ber girtîgehê gazî kirin: Em naxwazin cenazeyên zarokên me derkevin
14:34 HSD: Armanca Tirkiyeyê ew e ku aramiya herêmê xera bike
14:26 Hatûn: Qeyûman di bin navê polîtîkayên îmarê de pergala talanê ava kirin
14:20 Waliyê Dêrsimê nehêla malbata Doku pê re hevdîtinê bike
13:53 Di şer de 3 leşker hatin kuştin
13:52 Ji Girtîgeha Kiriklarê bang: Heke hûn dengê me nebihîzin dê ji vir cenazeyên me derkevin
13:51 Di êrişên DAIŞ’ê de ji heman malbatê 6 kes hatin qetilkirin
13:50 Nîjadperest û peywirdarên ewlehiya taybet bi hev re êrişî xwendekaran kirin
13:29 Baroya Mêrdînê giliya êrişa zayendî kir
13:24 Bagera tozê bandorek neyînî li ser Şirnex û navçeyên wê dike
13:17 Birîna daran a li Cûdî û Bestayê didome
13:16 Ji bo Qetlîama 10’ê Cotmehê banga edaletê hat kirin
12:51 Biryara Erdogan a ji bo êrişa ser Rojava tê çi wateyê?
12:34 Nexweşxane heye doktor nîn in: 9 beş hatin girtin
12:12 Encamnameya konferansa jinan a HDP'ê: Em xwe bi rêxistin dikin û serhildana xwe mezin dikin
12:11 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
10:56 ‘Divê em têkoşîna hevpar a li dijî şer mezintir bikin’
10:38 Jinên delegeyên HDP'ê peyama 'li dijî şer têkoşîna hevpar' dan
10:27 Cenazeyê Çelebî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê
10:27 ‘Ji Enfala Sedam xelas bûn di Enfala Erdogan de hatin qetilkirin’
10:26 Planên hêzên serwer ên li ser Şengalê
10:09 ‘Pêdiviya kêmtirîn a 10 girtiyan 8 hezar lîre ye’
09:59 Parêzer Çakmak: Heta tecrîd ranebe aloziya li Tirkiyeyê xelas nabe
09:39 Ne yên zindanê, muebbedên Çand û Folklora Kurdî ne!
09:10 Çobanoglû ku bi mirinê gef lê hat xwarin: Em ê wan tim nerihet bikin
09:09 Li dijî êrişan banga ji bo yekitiyê
09:09 Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin
09:08 Mehmet Ocalan: Divê em têkoşîna li dijî tecrîdê mezintir bikin
09:07 ‘Tirkiye xwezaya Kurdistanê ji bo şer bi kar tîne'
09:06 Bolunmez ê AKP'î vê carê jî çav berdaye Gundikê Remo
09:00 ROJEVA 24'Ê GULANA 2022'YAN
07:50 Cenazeyê Zekî Çelebî gihişt Silopiyayê
23/05/2022
23:15 Di Mîhrîcana Cannesê de komkujiyên jinan hatin şermezarkirin
22:16 Malbata Dokû dê sibê biçe ber walîtiyê
22:08 Qeyûm AVM'ya bi 635 milyonî bi 150 milyonî firot AKP'iyan
21:57 Şerê li Cûdiyê didome: 4 esker mirin
21:50 Dogal û Algûn ên li Bestayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin
21:40 SGDF: Dê îşkenceya li girtîgehan bi berxwedana yekbûyî têk biçe
21:14 Malbata Dokû dest bi çalakiya rûniştinê kir
20:43 Hevseroka HDP'ê ya Erdexanê Yilmaz jiyana xwe ji dest da
20:33 Piştî 7 mehan cenazeyê Yenî dan malbatê
19:15 Esker û cerdevanan ber bi Heftenînê ve dişînin
16:46 Xelkê Girê Spî li dijî projeya Tirkiyeyê dest bi kampanyaya îmzeyan kir
16:46 Qeyûmê Amedê, qeyûmê Sûrê kir sekreterê xwe
16:45 Li Bestayê talan li Cûdî jî qedexe didome
16:41 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
16:26 Di danişînê de biryar hate dayîn ku polîsî bi darê zorê bînin dadgehê
16:23 Cenazeyê Zekî Çelebî ji Silêmaniyê şandin Wanê
16:15 Cenazeya endama YJA-STAR’ê Kiliçoglu piştî 9 mehan hat veşartin
16:01 Beştaş: Ocalan projeyên demokratîk pêşkeş dike
15:40 Polîsan li Nisêbînê avêt ser dawetekê
15:40 Cezayê ragihandinê dan girtiyên ku Komkujiya Helebçeyê şermezar kirin
15:15 Rojnamevanên kurd li dijî êrişên Tirkiyeyê bertekeke hevpar dan
15:03 Di doza Can de wê ji nû ve rapora ATK'ê bê xwestin
14:44 Li Stenbolê kampanya li dijî bihabûnê hat destpêkirin
14:34 Hejmara kesên li Êlihê hatine binçavkirin derket 5’an
14:33 Erdogan: Em nikarin danekirinên Swêdê ji bîr bikin
14:27 Li Lice û Pasûrê operasyona leşkerî: Cilên şivanan li cerdevanan kirin
14:20 Êlihiyan îhaleya qeyûm protesto kirin
14:14 Mahsûn Abakay ku Pinar Kizil kuştibû hat binçavkirin
14:11 Li 7 gund û mezrayên Bedlîsê qedexe hat ragihandin
14:01 Ji dengbêj Seîdê Goyî albûma ‘Stranên Dilê Min’
14:00 Pekoz bi pirsekê pêşniyazpirs da Bozdag
13:59 Dêrsim Dag: Bi Topal Osman re hûn dixwazin çi peyamê bidin?
13:57 Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin
13:15 73 sal ceza li torbê ku polisan li erdê dît birîn!
12:56 Sercerdevanê ku Remziyeyê kuştiye gelek sûc kirin e
12:54 Ji bo çekên kîmyewî bang li NY’yê kir: Bila ji bo Tirkiyeyê jî komîsyon bê avakirin
12:34 Li Îranê serhengê Mihafizên Şoreşê hat kuştin
12:30 Malbata Şenyaşar hat xelatkirin
11:58 Polîsan ji stranbêjên kurd re gotiye: Hûn bi kurdî stranan bêjin hûnê rastî êrişan werin
11:42 HDP: Em ê hesabê windakirina di bin çavan de bipirsin
11:41 Ji 48 kesên hatibûn binçavkirin 31 jê hatin berdan
11:28 Li Mêrdînê wesayîtekê qeza kir û 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:17 ‘Tirkiyeyê çav berda ye xaz û nefta Kurdistanê’
11:06 Rojnameger Ermîş: Tirkiye hewl dide li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê wîlayet ava bike
11:03 Li Êlihê rêveberek HDP’ê hat binçavkirin
11:02 Li Qileban, Pasûr û Liceyê bagera tozê rabû
10:46 ‘Tîma Xencerê’ ji nû ve hat çalakkirin
10:19 Hevseroka KNK'ê Murad: Dixwazin bi van êrişan di 2023'yan de Lozanek din çêbikin
09:24 Dengbêj bi kilamên xwe bersiva hevkariya şer didin
09:24 Derbarê jinên ku tundî li wan hat kirin de doz hat vekirin
09:23 Ji budçeya Şaredariya Amedê alîkarî dane baregeha leşkerî!
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2022'YAN
22/05/2022
22:20 Endamên SGDF’ê serdana malbata Poyraz kirin
20:34 Li Mêrsînê Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê hat vekirin
20:07 Konferansa Jinan a HDP'ê bi dawî bû: Em ê bi awayek mezin bi ser bikevin
19:44 Polîsan bi awayek tund êrişî endamên Weqfa Furkanê kir
18:24 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr hat protestokirin
16:18 Ciwanên HDP'î: Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin faşîzmê
16:02 Şerê li Başûr dijwar dibe: 15 leşkeran jiyana xwe ji dest dan