Mihrîcana Tetwanê di roja 16’an de bi dawî bû

img
BEDLÎS - Mihrîcana Şaredariya Tetwanê li dar xist, di roja 16’an de bi konsera Rojda û Kadîr Çat bi dawî bû. 
 
Mihrîcana Çand û Hunerê ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê ji hêla şaredariya DEM Partiyî ve hat lidarxistin, di roja 16’an de bi konserekê bi dawî bû. Mihrîcan, bi dirûşma “Rêya aştiyê em bi hunera azad dihûnin” hat lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin jî tev li mihrîcanê bû. 
 
Neslîhan Şedal beriya konserê axivî û got: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Berxwedana me ji bo qebûlkirina hebûna gelê Kurd bû. Ji bo zimanê me, çand, xak û nasnameya me bû. We li vir li vê qadê meşaleya azadiyê li ba kirin.” 
 
Piştre jî hunermend Rojda û Kadîr Çat derketin ser sehneyê û piştî konserê mihrîcan bi dawî bû.