Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn

img

COLEMÊRG - Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê di çarçoveya kampanyaya ked û aştiyê de li qada şaredariya kevn kursiya serbest danî.

 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Colemêrgê, di çarçoveya kampanyaya ked û aştiyê de li qada şaredariya kevn kursiya serbest danî. Di axaftinên li kursiya serbest da peyamên “Budçeya ku hatiye amedekirin divê li gorî berjewendiya gel be. Divê budçe li gorî ruhê pêvajoya aştiyê be” hat dayîn.