Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin

img
ÎZMÎR - Bi hezaran xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê di roja 6'an a grevê de ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan û bang li berpirsyarên şaredariyê kirin ku beriya betlaneyê ji nû ve maseya bazariya kolektîf ava bikin.
 
Greva ku di navbera Sendîkaya DÎSK Genel-Îş û SODEMSEN'ê de, ku li şîrketên ÎZELMAN, ÎZENERJÎ û Egeşehirê yên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê (ÎZBB) hat lidarxistin, dest pê kir, di roja 6'emîn de berdewam dike. Karker li ber avahiya Genel Îşê ya Basmane hatin cem hev û ber bi salonên şaredariyê yên li hundirê Çandparkê ve meşiyan. Di meşa ku pankarta bi nivîsa "Ne xêr, lê peymaneke kolektîf" hat hilgirtin de dirûşm hatin berzkirin.
 
Serokê Şaxa Genel Îş a Hejmar 2 a Îzmîrê Ercan Gul li ber şaredariyê axivî û diyar kir ku rêveberiya navendî ya sendîkayê bi şaredariyê re nîqaş kiriye û eger ji vê hevdîtinê encamek bi dest nekeve, wê hem karker, hem şaredarî, hem jî gelê Îzmîrê zerarê bibînin. Gul wiha axivî: "Ferasetek tê afirandin. Her axaftina me cuda tê şîrovekirin. Her ku roj derbas dibin her du alî jî tengdibin. Nanê me hatiye xistin, hewl tê dayîn nanê me bê dizîn. Doza me diyar e û em ê li ser rêya xwe berdewam bin."
 
Melîsa Caymaz a ku roja ku şaredaran çop kom kirin rastî gef û êrîşê hat wiha axivî: "Em bi we re ne ku tevgera kedê mezin dikin. Gelê Îzmîrê wê li hemberî kampanya reşkirinê ya li hemberî we tê meşandin bêdeng nemîne. Ji ber ku bi we re mil bi mil li ber xwe didim, ez gelekî serbilind im."
 
Serokê Şaxa Genel Îş a Hejmar 1 a Îzmîrê Engîn Topal, got ku divê lihevnekirin li ser maseyê bê çareserkirin. Topal diyar kir ku ji bo bidawîbûna grevê divê partî li hev bicivin û got, "Ji bo karê wekhev em mûçeyê wekhev dixwazin. Em dibêjin 'Em van mijaran nîqaş bikin' û em her kesî vedixwînin maseyê."