Kurtulmuş: Derbasî serdemeke nû dibin ku dê tenê fikir biaxivin

img

ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş têkildarî biryara Tevgera Azadiyê ya Kurd axivî. Kurtulmuş, diyar kir ku êdî derbasî serdemeke nû dibin û di vê serdemê de çek û pevçûnan li pey xwe dihêlin û zêdetir dê li ser demokrasî û fikran biaxivin. 

 
Serokê Meclisê û Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş di torena Sala Akademîk a 2025-2026 a Zanîngeha Balikesîrê de axivî. Kurtulmuş, diyar kir ku li deverên cuda yên cîhanê pêvajoyên şer û çareseriyê dirêj ajotine. Kurtulmuş, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryara xwefesixkirinê ya PKK’ê û gavên Koma Aştî û Civaka Demokratîk avêtî û got: “Li Tirkiyeyê tenê di nava salekê de em gihiştin pêvajoya ku rêxistinê xwe fesixkirî û çekan berde. Ji duh ve êdî qonaxeke dîrokî me li pey xwe hişt. Rêxistinê ragihand ku dê xwe bi temamî ji sînorên Tirkiyeyê vekişîne û li Tirkiyeyê çalakiyan neke. Hêvîdarin ku rêxistina xwe ji vir vekişandî di demeke herî kin de li derveyî sînor jî hebûna xwe bi dawî bike. Hêvîdarin ku ne tenê li Tirkiyeyê lê li Sûriye, Iraq, Îran û li herêmên din jî em têkevin serdemeke ku êdî qala terorê neyê kirin. Em ji bo vê dixebitin.” 
 
Bi domdarî Kurtulmuş, anî ziman ku ew êdî dest bi serdemeke nû dikin ku çek û pevçûnan li pey xwe dihêlin û êdî dê fikir biaxivin. Kurtulmuş, got: “Li tu deverekê cîhanê destek li ser çekê, destê din li ser sindoqê nabe. Hêvîdarin ku yên destên wan li ser sindoqê êdî destê wan li ser çekê nebe. Û ji bo vê jî em di nava her hewldanekê de ne.” 
 
Kurtulmuş, têkildarî pêvajoya şer a li Sûriyeyê jî axivî û got: “Gelên Sûriyeyê dê rê nedin emperyalîzma kûrewî ku ne dostên Tirkan e ne jî yên Kurdan, Ereb, Sunî û Şîeyan e. Îşala dê li herêmê tenê fikir biaxivin. Dê di navbera mirovan de êdî tenê stranên yekitî, hevgirtin û xwişk-biratiyê cih bigirin.”