Bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê dan

  • rojane
  • 16:20 27 Cotmeh 2025
  • |
img
ÎZMÎR - Malbat û parêzerên Asmîn Yildizê ku ji ber parvekirina medyaya dijîtal hate girtin, bi daxuyaniyekê bertek nîşan dan û xwestin were berdan. 
 
Xwendekara Dibistana Amadehî ya Anatoliyayê ya Haldun Koşay a Menemen a Îzmîrê Asmîn Yildiz, ji ber vîdeoya govendê ya li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal parve kirî, bi îdiaa “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Ji bo Asmîn Yildizê, li Baroya Îzmîrê daxuyanî hate dayin. Malbata Asmîn Yildizê û parêzerên wê tev li daxuyaniyê bûn. Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Îzmîrê û Egîtîm Senê jî piştgirî dan daxuyaniyê. 
 
LI DIJÎ GOTINÊN NÎJADPEREST DÊ SERLÊDANA SÛC BIKIN
 
Parêzera Asmîn Yildizê, Zeynep Sedef Ozdogan di civînê de axivî, ji peymanên navneteweyî çendek xal weke mînak rêz kir û got ku gerandina govendê sûc nîne. Piştre jî ji biryarên Dadgeha Bilind mînakên biryaran rêz kir û got: “Girtina Asmînê dijqanûnî ye. Em ê têkildarî gotinên nîjadperest û tawanbar ên der heqê malbatê de serlêdana sûc bikin.” 
 
Xaltiya Asmîn Yildizê, Dîdem Bozkurê jî got: “Gefên li malbatê tên xwarin hene. Peyamên weke ‘Heke Asmîn biçûya dibistanê dê me bikuşta.’ Em dixwazin Asmîn were berdan.”
 
Dayika Asmîn Yildizê, Sevgî Yildizê jî got: “Em qebûl nakin ku ji ber parvekirinekê keça min ji destê me were girtin. Keça min amadekariya zanîngehê dike. Cihê keça min, dibistan e.” 
 
Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran jî bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê da û got weke baro dê mijarê bişopînin.