STENBOL -  TJA’yê û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ji bo Roja Dayikan bernameyek li dar xistin. Di bernameyê de helbesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê “Ji hemû zarokan re” ji bo zarokan nivîsandiye, hate xwendin.
	Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Bagcilar a Stenbolê bernameyek li dar xistin. Gelek jin tev li bernameyê bûn û pankarta bi nivîsa “Ji bo dayikan diyariya herî baş aştî ye” hat daliqandin.
	Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nameyên ku ji hêla zorakan ve ji bo wî hatine şandin bi navê “Ji Hemû Zarokan re” helbestek nivîsî. Ev helbest di bernameya Roja Dayikan de cara yekem bi raya giştî re hate parvekirin. Abdullah Ocalan helbesta xwe diyarî zarokan kir.
	Kurmanciya helbesta ku bi Tirkî hatiye nivîsandin wiha ye: 
	“Ji tevahî zarokan re
	Sibehekê min û wan hevdu nas kir
	Dema ku deriyê sar û rizdekirî vebû
	Weke her rojê gardiyan hat
	Di destê wî de gelek rojname hebûn
	Min jê pirsî; Îro name hatine?
	Bi dengekî nizm got; 195 name hatine
	195 name. Di her nameyekê de 195 zarok.
	Îro hemû hatine serdana min
	Îro hemû mêvanê min in
	Di nava van çar dîwarên teng de
	Zarokno! Hûn bi xêr hatin;
	Tevî gul û kulîlkan hûn hatin.
	Hevalên min ên dilmezin
	We dinya anî odeya min
	Odeya min a bêhna mirov lê diçike
	We bêhna buharê bi xwe re anî
	We reng hemû berdan nava behrê
	Bêhna zarokan hemûyan dikişînim nava xwe
	Yek bi yek hemûyan himbêz dikim
	Piştre min rojname tevdan û li wan nêrî
	Ji nişkê ve çavê min çûn ser quncikekê
	Li ser zemînekî reşûspî
	Resmên li ber hev ên rêzkirî
	Resmên zarokên Ûrfayî
	Zarokên giş bi temamî spî,
	li ber objektîvê rêz bûne,
	di her awirekî de mîna gotinekê
	mîna çalakiyekê ne,
	herî piçûkê wan; cîhanek
	Çavên min wisa pêve man,
	min dûrûdirêj li wan nêrî
	hema bêje ez wisa nîv saetê mam,
	Ez çûm cem zarokan,
	çûm wî warê 195 zarok jê hatibûn,
	ez bi wan zarokan re çûm,
	çûm cem zarokên cîhanê hemûyan,
	Ew awir romanên bênav in,
	Ez îro li ser destên piçûkan meşiyam,
	Min destê xwe da destên zarokan
	Azadî bi wan dest pê dike, bi wan diqede,
	Min îro bêhna behrê û axê hembêz kir
	Jixwe ez her tim zarok bûm
	Ez di alema zarokan de veşartî bûm
	Wexta ku ez bi hogirên xwe yên biçûk re 
	hûrûkûr ketibûm nav sohbetê,
	Ez veciniqîm bi dengê rizdeya deriyê hesinî,
	Tenê saetek destûr hebû ji bo bêhndanê
	Wexta ku ez meşiyam
	û min gav avêt
	li asîman quling difiriyan,
	min destê xwe li wan ba kir
	bi dengekî ji nava dilê xwe
	min got: "Silav"
	Min got; silavên min li wan bikin,
	silavên min bikin li 195 zarokan...
	Ji wan re bibêjin;
	bila bedewiyê, zanistê hîn bibin,
	Ji dê û bavan re bibêjin
	bila wan birçî nehêlin
	bêjin qulingno bêjin
	ji zarokên biçûk ên Ûrfayî re
	ez zarokan maç dikim
	silavên min li zarokan hemûyan bikin,
	Ûbêjin; Rêber wê ji bo we hemûyan bijî
	Bêjin; ez ji wan pir hez dikim
	Bêjin; ez çavên her kesî maç dikim.
	Rêbertî.”
	Piştî xwendina nameyê li eywanê dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.



