NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 306’an de bi manşeta “Komara şaran” derket.
Rojnameya Xwebûne vê hefteyê di hejmara xwe ya 306’an de bi manşeta “Komara şaran” gihişt ber destê xwînerên xwe. Rojnameyê, di nivîsa xwe ya rûpela Kirmanckî de balê dikişîne ser polîtîkayên Komara Tirkiyeyê yên red û înkarê yên sed sal in didomin. Rojname, bi domdarî behsa pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin wekî fersendeke dîrokî dinirxîne.
Rojnameyê, di hejmara xwe ya vê hefteyê de jî bi nûçe û analîzên xwe bi dosya û nivîsên xwe cih daye mijarên jinan, siyasî, polîtîk, çandî, zimanî, wêjeyî, qerfî û civakî.
