Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne

img
NAVENDA NÛÇEYAN – Dogan Erbaş diyar kir ku Abdullah Ocalan bi rêya entegrasyona demokratîk armanc dike ku "Kurd daxilî nava hiqûqê bike" û got: "Ev gava ku ji hêla birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin dê dewletê jî neçar bike ku biguhere."
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "entegrasyona demokratîk" wekî yek ji sê têgehên sereke yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kir. Di hevdîtina xwe ya dawî de ya bi parêzerên xwe re ku di 13'ê Cotmehê de pêk hat, Ocalan peyama "Divê hiqûqa entegrasyona demokratîk bê avakirin" da.
 
Ocalan, di perspektîfa ku ji kongreya PKK'ê re şand de jî cîhekî berfireh ji vê mijarê re veqetandibû. Wî diyar kiribû ku di avakirina civakeke demokratîk û entegrebûna bi komarê re de berpirsiyariyên girîng dikevin ser milê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî).
 
Dibistana DEM Partiyê di warê "entegrasyona demokratîk" de dest bi xebatê kir. Dibistan, li ser mînakên li cîhanê û qanûnên entegrasyonê dest bi xebatê kiriye.
 
Em bi Hevberdevkê Dibistana DEM Partiyê û parêzer Dogan Erbaş re ku piştî 25 mehên li girtîgehê hat berdan û ji nû ve dest bi xebatên xwe yên siyasî kir, li ser entegrasyona demokratîk û rêziknameyên ku dikarin di vî warî de bên çêkirin axivîn.
 
Di hevdîtina xwe ya dawî de bi parêzerê xwe re, Abdullah Ocalan peyama "divê hiqûqa entegrasyona demokratîk were danîn" da. Ocalan behsa kîjan qonaxa hiqûqî dike?
 
 
Divê Qanûna Înfazê were sererastkirin û divê dewlet ji nêzîkatiyek rojane wêdetir, bi nêzîkatiyeke ku perspektîfa aştî û azadiyê dihewîne ne esas bigire.
 
Tiştê ku em dikarin jê re bibêjin "hiqûqa veguhêz" bicîhanîna hin rêziknameyên lezgîn e ku armanca wan avakirina aştiyê ye. Piştî bêçekbûnê, divê rêzikname werin çêkirin ka hêzên ku di demên berê de çek bi kar anîne dê çawa vegerin jiyana siyasî û civakî. Ev yek bi lezgînî pêwîst e. Di komîsyona meclisê de nîqaşek heye, lê hîn tiştek nehatiye bidawîkirin. Wekî din, divê Qanûna Înfazê were sererastkirin da ku kesên li derveyî welêt, yên di girtîgehê de û yên ku di doza Kobanî de hatine girtin bigire nav xwe. Guhertina berfireh a Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK), an jî bi tevahî betalkirina wê, ji hêla hiqûqî ve nîqaşbar e û dikare yek ji aliyên herî girîng ên hiqûqa veguhêz be. Ji vê gavê û pê ve, divê dewlet ji nêzîkatiyek rojane wêdetir, bi nêzîkatiyeke ku perspektîfa aştî û azadiyê dihewîne ne esas bigire. Ji ber vê yekê, divê TMK jî bi tevahî were betalkirin. Başkirinên bi heman rengî divê di Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê (TCK) de jî werin kirin. Lêbelê, hin gav hene ku dikarin bi biryarên îdarî bêyî tu guhertinan werin avêtin.
 
Ev çi be? 
 
Divê pergala paşxistina înfazê ku veguheriye îşkenceyê jî bi dawî bibe. Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê werin betalkirin. Ev hemû gavên ku armanca wan avakirina aştiyê ne. Zemîna hiqûqî ya ku em dibêjin ev e. Ez careke din bibêjim; em dikarin vê serdemê wekî serdemeke veguhêz bihesibînin. Ev tişt divê di serdema veguhêz de werin kirin. 
 
Di dema veguhêz de, divê çarçoveya rêziknameyê ya der barê rêxistinê de ku xwe fesix kir, çawa be?
 
Ev yek di nava raya giştî de tê nîqaşkirin. Her wiha nîqaşek heye ku divê hemû sûcên têkildarî rêxistineke ku xwe fesix kiriye werin rakirin. Ev dikare wekî çarçoveyeke hiqûqî ya veguhêz jî were hesibandin. Her çend hin agahiyên di çapemeniyê de ku tê gotin desthilat amadekariyekê dike jî, lê hîn tu rêzikname nehatine çêkirin. Ev dibe ku aliyê herî girîng ê çarçoveya hiqûqî ya veguhêz be. Tu sûcên têkildarî rêxistineke ku xwe fesix kiribe, hemû sûc dê ji holê rabin û hemû îdia dê hilweşin. Divê hemû "sûc", çi endametî be, çi alîkarî be, çi jî propagandaya rêxistinê be, jı holö bön rakırın. Divê rêzikname di vî alî de werin çêkirin. 
 
"Entegrasyona demokratîk" jî beşeke ji vê qonaxê ye?
 
Wekî mijareke duyemîn, em dikarin behsa entegrasyona demokratîk bikin. Divê rêzikname werin çêkirin ku destûreke bingehîn a nû, beşdar û azadîxwaz, bi navê "Qanûnên Azadiyê" di nav xwe de bigire. Ev yek ji wan tiştan e ku birêz Ocalan bi rêziknameyên hiqûqî behsa wê dike. Dibe ku ev niha di rojevê de nebe, lê divê di pêşerojê de cih bigire. Di vî warî de, meclis dê hewce bike ku wekî vîna damezrîner tevbigere û destûreke bingehîn a nû amade bike. Girîngiya vê yekê ev e; "entegrekirina kurdan di çarçoveya hiqûqê de" ku birêz Ocalan gelek caran tekez kiriye û bi salan e tîne ziman. Ango, ne desthılat ü dewlet, ew behsa daxilbûna nava hiqûqê dike.
 
 
Ocalan behsa wê dike ku divê hemû maf û azadiyên bingehîn ên kurdan bi qanûnî werin mîsogerkirin. Divê sererastkirinên ku demokrasiya herêmî pêk bînin bên çêkirin. 
 
Ew behsa misogerkirina hemû maf û azadiyên bingehîn ên kurdan dike, bi awayekî qanûnî. Mebesta wî entegrekirina kurdan di nav hiqûqê de ye. Qesda wî ji vê behsa qanûnên entegrasyona demokratîk an "qanûnên azadiyê" ye. Bi vê rêgeza duyemîn ve girêdayî, divê rêzikname werin çêkirin da ku demokrasiya herêmî di warê rêveberiya herêmî de were misogerkirin - û ez tenê behsa şaredariyan nakim. Tirkiyeyê bi dudilî nêzî Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropayê bû. Gaveke berbiçav dikare were avêtin, wekî rakirina vê. Demokrasiya herêmî jî yek ji wan rêziknameyan e ku di vê çarçoveyê de werin nîqaşkirin.
 
Di hevdîtina dawî de, Abdullah Ocalan her wiha îşaret bi "mafê hêviyê" kir. Got, "Rêgeza hêviyê gavek e ku divê dewlet bavêje." Gelo misogerkirina "mafê hêviyê" di nav rêziknameyên qanûnî yên ku we behs kirin de ye?
 
Divê der barê "rêgeza hêviyê" de jî gav bên avêtin. Divê rêziknameyên qanûnî yên pêwîst li ser vê mijarê werin çêkirin. Pêdivî bi nirxandineke dirêj tune. Van rojan bi berfirehî tê nîqaşkirin. Biryara dawî ya ku Komîteya Wezîran di meha Îlonê de ragihand heye. Xala 90'emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê heye. Ev ne tenê li ser birêz Ocalan e; ew rêziknameyek e ku her kesê têkildar digire nav xwe. Wekî din, ew şerteke qanûnî ye. Bêguman birêz Ocalan di van hemû rêziknameyan de xwedî cihekî girîng e. Bidestxistina aştiyê, misogerkirina guhertin û veguherîna demokratîk, aktîvkirina mekanîzmayên civaka demokratîk û şekildana xeta îdeolojîk, bernameya siyasî û modela rêxistinî di pêvajoya jinûve avakirinê de... Ne hewce ye ku girîngiya wî di van hemû aliyan de were nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, pêdivîyeke lezgîn heye ku şert û mercên birêz Ocalan demildest werin guhertin û baştirkirin.
 
Ji bo nimûne, di pêvajoya dawî de, hevdîtinên bi parêzeran re di hin astan de tê kirin. Lê hîn ne bi rêkûpêk in. Girîng e ku ew dest pê bike. Lê hevdîtinên bi parêzeran re jixwe divê bihatana kirin. Di vê gavê de, ev êdî têrê nake. Divê komîsyon, rojnamevan, zanyar û her kesê ku dixwaze bi birêz Ocalan re hevdîtinê biçin. Divê ev amadekarî demildest werin kirin da ku birêz Ocalan bkaribe bi tevahî rola xwe di vê pêvajoyê de bilîze.
 
Em vegerin ser mijara entegrasyona demokratîk. Çima ev têgeh di warê pêvajoyê de girîng e?
 
 
Îfadeya hevjiyanê ya civateke demokratîk a kurd bi netew-dewleta tirk re ye ku di warê demokrasiyê de hatiye hesaskirin. Entegrasyona demokratîk formulasyona çareseriyeke siyasî ye.  
 
Birêz Ocalan behsa sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê kir: aştî, civaka demokratîk û entegrasyona demokratîk. Entegrasyon, her çend birêz Ocalan wekî heman têgehê bilêv neke jî, îfadeya ramana çareseriyeke siyasî ye ku berê jî bi hin têgehan hatiye bilêvkirin. Lê birêz Ocalan demeke dirêj e li Tirkiyeyê behsa çareseriyeke demokratîk dike, rêbazeke danûstandinê ji bo aştî, yekîtî, jiyana hevbeş û hevjiyanê. Mebesta birêz Ocalan ji entegrasyonê ew e ku şert û mercên ji bo hevjiyanê bi civakeke demokratîk û netew-dewletekê re biafirîne. Ew avakirina bingeha wê ya qanûnî, siyasî û dadwerî ye. Ew ne di komareke olîgarşîk de, ne di komareke dijdemokratîk de, an jî di komareke faşîst de, di komareke demokratîk de yekbûn e. Ew îfadeya hevjiyanê ya civateke demokratîk a kurd bi netew-dewleta tirk re ye ku di warê demokrasiyê de hatiye hesaskirin. Ew di heman demê de îfadeya hevjiyana aştiyane ya civaka kurd e bi parastina saziyên xwe, afirandina toreke komunal a bi îradeya xwe, parastina nasname, çand û zimanê xwe. Ji ber vê yekê entegrasyona demokratîk formulasyona çareseriyeke siyasî ye.
 
Hin kes dibêjin entegrasyon formulek e ku xetera "asîmlasyonê" dihewîne. Hûn der barê vê yekê de çi bibêjin?
 
Her wiha hin derdor hene ku entegrasyonê wekî "helandin" û "asîmîlasyon" şîrove dikin. Ez dixwazim bi zelalî dubare bikim ku ev ne nêzîkatiya birêz Ocalan a ji bo entegrasyonê ye. Naveroka wê bi taybetî di raya giştî de di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat xuyangkirin. Her wiha em bi bîr bînin ku birêz Ocalan carekê di hevdîtinekê de got, "Ez dikarim dest ji her tiştî berdim, lê dest ji kurdbûna xwe bernadim." Nêzîkatiya entegrasyonê, têgihîştina entegrasyonê, divê li kêleka van hemû nîqaşan were nirxandin. Ji ber vê yekê, ew yek ji têgehên girîng ên vê pêvajoyê ye. Ev nîqaş dê berdewam bikin. 
 
Armanca Abdullah Ocalan bi entegrasyona demokratîk çi ye?
 
 
Armanc çareserî ye. Armanc ew e ku gelê kurd hebûna xwe biparêze û di nav komareke demokratîk de bi awayekî aştiyane bijî.
 
Armanc çareserî ye. Armanc ew e ku gelê kurd hebûna xwe biparêze û di nav komareke demokratîk de bi awayekî aştiyane bijî. Bê guman, ev têgeheke piralî ye. Girîng e ku were zanîn ku ew ne tenê çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê digire nav xwe. Birêz Ocalan di warê felsefeya dîrokî û civakî de demeke dirêj e li ser teoriyekê disekine: Çavkaniya pirsgirêkên bi vî rengî li Rojhilata Navîn, di nav de pirsgirêka kurd jî, ev e ku pergala hegemonîk û modernîteya kapîtalîst mirovan parçe dike, dibe sedema xerîbbûn û veqetandinê. Divê tekezî li ser entegrasyonê were kirin wekî formula ji bo hevjiyana aştiyane ya hemû gelên Tirkiyeyê û her weha gelên Rojhilata Navînê. Dê guncawtir be ku mirov wê di nav nêzîkatiyeke wisa yekpare de çareser bike. Em dikarin bibêjin ku formula heyî ya ji bo çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka kurd dibe ku guhertoya herî safîkirî ya nêrînên berê yên hatine diyarkirin be.
 
Ocalan li gel entegrasyonê, balê dikişîne ser pêwîstiya veguherîneke demokratîk a dewletê jî. Gelo di vê qonaxê de em dikarin behsa îradeyeke wisa di nav dewletê de bikin?
 
Belê, ev pirseke girîng e. Em dikarin bibêjin ku dewlet di vê qonaxê de ji bo vê yekê ne amade ye. Çendî em li lêgerîneke wiha dinerin jî, lê wekî birêz Ocalan diyar kiriye em nikarin behsa guherîn û veguherîneke berfireh bikin. Ne mimkun e û ne jî rast e.
 
Ev ji hêla dewletê ve nêzîkatiyeke yekpare ye?
 
Di hevdîtinekê de, birêz Ocalan têgehên wekî dewleteke di nav normê de û dewleteke li derveyî normê bi kar tîne. Ev girîng in. Ji ber vê yekê, dibe ku rasttir be ku mirov li ser du meylên sereke di nav dewletê de, du perspektîfên cuda li ser vê mijarê biaxive. Meylek ew e ku pirsgirêkê bi zelaltir fam dike û bi nêzîkatiyeke çareseriyê nêzî wê dibe. Û bê guman, li derveyî van avahiyan, meyleke din heye ku carinan nêzîkatiyên provokatîf dike, bi hişmendiya rabirdûyê tevdigere, mîna ku pêvajoyên nû tune bin. Tiştê ku birêz Ocalan wekî li derveyî normê bi nav dike, hişmendiyeke neqanûnî ye ku xwe wekî xwediyê dîrokî, derûnî û îdeolojîk ê van axan dibîne, hemû cudahiyan paşguh dike û hewl dide ku wan di nav nasnameya tirkî de asîmîle bike. Dibe ku ev kes carinan, dibe ku di pêşerojê de jî, hin nêzîkatiyên provokatîf bikin.
 
Lê di dawiyê de, pêvajoyek dest pê kiriye. Tevî hemû pirsgirêkên xwe, tevî hemû kêmasiyên xwe, em dikarin bibêjin ku dewlet neçar maye ku guhertinan bike. Ev jixwe taybetmendiyeke şêwaza siyasî ya birêz Ocalan e. Carinan, ew gaveke wisa diavêje ku yên din jî neçar dike ku heman tiştî bikin. Bi îradeya wî bi bidawîanîna têkoşîna çekdarî, veguherandina têkoşîna siyasî ya aştiyane ji bo rêbazeke stratejîk, ji nişkê ve hemû polîtîkayên ku ji fikarên "ewlehiyê" yên dewletê hatine pêşxistin bê bingeh kir. Dema ku mirov bi tevahî li vî wêneyî dinêre, ev gava ku ji hêla birêz Ocalan ve hat destpêkirin, digel hin biryarên yekalî yên ku wî dane, dê dewletê jî neçar bike ku biguhere. 
 
Çima Ocalan di pênaseya xwe ya entegrasyonê de bi taybetî têgehên "pozîtîf" an "demokratîk" bi kar tîne?
 
Hin derdor entegrasyonê bi asîmîlasyonê re wekhev dikin. Ji ber vê yekê, birêz Ocalan ji bo cudakirina entegrasyonê ji asîmîlasyonê peyvên "demokratîk" û "pozîtîf" bikar tîne. Ew van pênaseyan bi kar tîne da ku berfirehbûna entegrasyonê û wateya wê ya rastîn bi zelaltir nîşan bide. Ew dibêje ku bi axaftina li ser entegrasyona demokratîk an entegrasyona pozîtîf, bi tevahî ne nêzîkatiyeke asîmîlasyonîst heye, ne jî helandin heye. Ew van cudahîyan bi kar tîne da ku tekez bike ku gelê kurd dê vê gavê heta dawiyê biparêze, azadiya xwe ya bêhempa biparêze û rêxistina xwe biparêze. Ev tu wateyeke din nîne.
 
Komîsyona meclisê dikare çi rolê bilîze der barê bingeha qanûnî ya ku Ocalan destnîşan kiriye?
 
Bi salan e gelek derdor dibêjin ku divê ev pirsgirêk di meclisê de were çareserkirin. Birêz Ocalan jî vê yekê digot. Her çend em di sîstemeke olîgarşîk de dijîn û her çend karê wê sist be jî, meclis di dawiyê de saziyeke ku îradeya gel lê ye. Ji ber vê yekê, avakirina komîsyonê bi serê xwe girîng e. Lêbelê, nêzîkatiya AKP'ê bûye sedema rewşek ku her ku diçe provoke dike, dereng dixe û asteng dike. Komîsyon xwedî mîsyoneke dîrokî ye. Ew ê di çareserkirina pirsgirêka kurd a sedsalî ya Tirkiyeyê de, ku pirsgirêkek bi gelek aliyên siyasî, hiqûqî û îdarî heye, roleke girîng bilîze. Lêbelê, ew ê hewce bike ku zûtir tevbigere. Wekî ku em dibînin û ji nîqaşan, komîsyon dê di rojên pêş de raporekê amade bike, ku hemû guhdarkirin jî tê de bin. Di pêvajoya civîna giştî de, komîsyonên pispor, wekî Komîsyona Edaletê, dê werin aktîfkirin. Ew ê bi taybetî aliyên hiqûqî yên pêvajoyê çareser bikin. Gelo ev dem dikare were bilezkirin? Em ê vê yekê di rojên pêş de bibînin.
 
Li ser hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re nîqaş berdewam dikin. Tevî hemû bangan jî, hîn jî di vê mijarê de zelaliyek tune.
 
Ev nîqaş bi xwe bi tevahî ne hewce ye. Di şert û mercên ku çareseriya pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke ewqas cidî, tê nîqaşkirin de, divê ev nîqaş qet neyê kirin. Em qala aktorekî wekî birêz Ocalan dikin, hêzekî ku dikare biryarên stratejîk bide û wan bicîh bîne. Ji ber vê yekê, fikra necivandina bi birêz Ocalan re bi tevahî nehewce û bêwate ye. Lêbelê, ez bawer dikim ku di rojên pêş de dê hevdîtinek bi birêz Ocalan re hebe û ew hevdîtin, di çarçoveya her tiştê ku me nîqaş kiriye de, dê encamên pir girîng bide. Ew ê bibe xaleke werçerxê. Her wiha eşkere ye, wekî ku di raya giştî de xuya dike ku birêz Ocalan amadekariyên pir cidî û berfireh kiriye.
 
Divê em ji "hiqûqa yekpare" çi fêm bikin?
 
Tiştê ku divê em ji hiqûqa yekpare fêm bikin ev e: Ew tê wateya yekkirina hemû hiqûqa navxweyî yên Tirkiyeyê bi hiqûqa navneteweyî ya gerdûnî û lihevhatina bi wê re. Bi yekparebûnê, mebesta min lihevhatina hemû qanûn û rêziknameyan bi rögezön qanûnî yên gerdûnî yên hemdem re ye. Mînak, mafê hêviyê. Mafê hêviyê jî yek ji rêgezên qanûnî yên gerdûnî ye. Ev ê hewce bike ku di qanûna navxweyî de were bicîhkirin.
 
Abdullah Ocalan di perspektîfa xwe ya kongreyê de dibêje, "DEM Partî dê siyaseteke entegrasyonê bişopîne." Li ser vê mijarê çi amadekarî an xebatên DEM Partiyê hene?
 
DEM Partî, ji destpêka pêvajoyê ve hewl dide ku danûstandinan bike, wekî ku birêz Ocalan destnîşan kiriye. Ew van danûstandinan bi desthilat, dewlet û hemû partiyên siyasî, nemaze partiya sereke ya muxalefetê re dike. Ew van danûstandinan bi dînamîkên muxalefeta civakî yên wekî sendîka, rêxistinên civaka sivîl, komên baweriyê yên cûrbecûr, nemaze elewî û hemû beşên civakê re jî dike. Ew têkoşînekê dide ku eniyeke demokratîk a hevpar biafirîne.
 
Bêguman partiya me dê di rojên pêş de vê xebatê zêdetir bike. Di destpêkê de, civînên giştî hatin lidarxistin. Ev civîn beşek ji vê pêvajoya danûstandinê bûn. Ev hewldan dê berdewam bikin. Bêguman DEM Partî dê rola xwe di demeke wiha de bilîze ku çareseriyeke siyasî ya demokratîk ji bo pirsgirêka kurd ewqas nêzîk e. Bê guman, pêvajo dê bi rêyeke rasterast pêş nekeve. Birêz Ocalan em bi dem têgehekê bi kar tîne; "Ez li ser Pira Siratê siyasetê dikim." Li aliyekî têkoşîn, li aliyê din danûstandin, li aliyê din fikar û li aliyê din jî hewldanên ji bo sivikkirina van fikaran hene.
 
Wekî Dibistana DEM Partiyê, gelo li ser entegrasyonê xebateke we heye?
 
Em li Dibistana DEM Partiyê bi tîmeke ji 10 kesan pêkhatî li ser vê mijarê dixebitin. Dibistana DEM Partiyê niha perwerdehiya xwe ya serdema nû plan dike. Ji ber girîngiya wê, em rêzecivînên perwerdehiyê li ser mijarên wekî entegrasyona demokratîk, qanûnên entegrasyona demokratîk û girîngiya entegrasyonê plan dikin. Em ê van civînên perwerdehiyê bi hevkariya rêveberên navendî, endamên koma parlemantoyê û hemû rêxistinên herêmî pêk bînin.
 
Em ê bi rêveberiyên bajar û navçeyan, rêveberiyên şaredariyan, şêwirmendan, tevahiya avahiya partiyê û dû re jî bi endaman re civînên berfireh û beşdarbûyî li dar bixin. Em ê li ser hemû mijarên têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk biaxivin û wan nîqaş bikin, nêrînên xwe diyar bikin, guh bidin mirovan û ji bo pirsan bibin bersiv. Em ê bi baldarî li ser vê mijarê bixebitin. Wekî Dibistana Partiyê, em girîngiyê didin nîqaşkirina hemû mijarên dîrokî û yên heyî. Em hewceyê xebatekê ne ku van nîqaşan ne tenê di nav civaka me de, di heman demê de ji raya giştî ya Tirkiyeyê re jî bîne. Wekî partî, em ê vê xebatê bidomînin.
 
MA / Dîren Yurtsever

Sernavên din

27/10/2025
16:35 Di Projeya Daristana Jinan de 500 şitlên darberûyê hatin danîn
16:30 Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome
16:20 Bertek nîşanî girtina Asmîn Yildizê dan
16:15 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran derket 11 milyon û 705 hezar kesan
16:08 Ji Kampa Holê 840 penaberên Iraqî çûn welatê xwe
16:00 DFG: Nabe ku dengê aştiyê were sansurkirin
15:22 Şîna Zozan Ayazê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:00 Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 8.6 e
14:53 Kurtulmuş: Derbasî serdemeke nû dibin ku dê tenê fikir biaxivin
14:02 Di hilbijartinên Arjantînê de hevalbendê Trump bi ser ket
13:58 ‘Xetere li ser daristanên Merîwanê heye’
11:58 Xelkê Amedê: Tevgera Kurd ji bo aştiyê zelal e, divê dewlet gavan biavêje
11:08 Ji bo Îmamoglû, Yanardag û Ozkan biryara girtinê hat dayin
11:07 Hevseroka Giştî ya SYKP’ê: Karê ewil ew e ku mafên kolektîf ên Kurdan bên naskirin
11:02 Tuncer Bakirhan: Qonaxa duyemîn a pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî ye
Tulay Hatîmogûllari: Gava hatiye avêtin ji bo demokratîkbûna komarê firsend e
10:29 Eren Keskîn: Ya ku divê gavan biavêje dewlet e
10:07 Rojnameger Yurtsever: Divê demildest yasayên pêwîst bên amadekirin
09:58 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Şaran’ derket
09:42 Unsal: Divê şertên Abdullah Ocalan derbasî şertên muzakerevanekî bibin
09:00 ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN
26/10/2025
17:50 Şînên Denîz û Sevgî yên HPG’î bi girseyî hatin ziyaretkirin
17:38 Canpolat: Gava ewil azadiya Abdullah Ocalan e
17:29 'PKK tişta dikeve ser milê xwe dike, gavneavêtina dewletê fikaran çêdike’
17:03 Xetereya li ser jiyana Aykol didome
16:54 Tahmaz: Ji bo pêvajoyê hewcehî bi yasayên taybet heye
16:49 Kesên tev li konsera Koma Amed bûn: Ji bo azadiya Rêbertiyê ji her tiştî girîngtir e
16:39 Ji Konseya Fermandariya HPG’ê Devrîm Palu: Heke şert bên avakirin dê vekişîn hêsan be
16:03 Şînên Rewşen Kaçak û Kevser Renê bi girseyê hatin ziyaretkirin
15:43 Gava dîrokî ya Tevgera Azadiyê di çapemeniya cîhanê de deng veda
15:05 Bertekan encam girt: Îranê cezayê îdamê yê 5 Kurdan betal kir
14:58 Akin Bîrdal: Divê êdî cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ were ragihandin
14:47 Ekîncî: Vekişîn, hewldaneke stratejîk e ku bêpevçûniyê xurt dike
14:09 Uçum: Wisa tê fêmkirin ku dê gavên li gorî hiqûqa veguhêz bên avêtin
14:08 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan taloqî 30’ê Cotmehê hat kirin
14:00 Di merasîma dîrokî de çi qewimî?
13:24 Abdulkadîr Guleç: Hewceye yasayên li gorî ruhê pêvajoyê bên amadekirin
Ekîn Yeter: Bi entegrasyona demokratîk re divê aştî pêk bê
12:09 Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
11:39 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil a têkildarî biryara vekişînê
11:38 DEM Partî dê sibe têkildarî gava dîrokî daxuyaniyê bide
11:28 Vaye dîmenên daxuyaniya dîrokî
10:45 Welatiyên tev li mitînga Esenyurtê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
10:01 Li girtîgehên Îzmîrê tehliyeyên 15 girtiyan tên astengkirin
09:59 Wêneyên ewil ên daxuyaniya dîrokî
09:11 Kovara Jinê bi manşeta ‘Çi bi Rojîn Kabaîşê bû?’ derket
09:08 Ji Tevgera Azadiyê gaveke din a dîrokî: Em hêzên xwe ji Tirkiyeyê vedikişînin
09:00 ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2025’AN
25/10/2025
22:00 Bi sed hezaran kes tev li konsera Koma Amedê bûn
16:47 Di mitînga Esenyûrtê de posterê Abdullah Ocalan hat hilgirtin
16:32 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Êlihê civîn li dar xist
15:53 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hat lidarxistin
15:50 Ji jinan çalakiya 'dara aştiyê'
15:17 Xizmên windayan daxwaza edaletê kirin
14:35 Li Cizîrê ‘Nobeda Edaletê’ di hefteya duyemîn de: Dê têkoşîna me bidome
13:51 Navê nemir ê Kulîlka Azadiyê: Evdilmelîk Şêxbekir
13:15 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Nergiz pirsin
12:36 Dê li Kurdistanê 2 mîlyon şitlên berûyê bên çandin
11:59 Dogan Erbaş: Entegrasyon formula çareseriyê ye, dê dewletê jî biguherîne
11:38 Dozgerê ku nexwest 'sûcê zayendî' bibîne, li ser 'şantaj û binpêkirinê' îdianame amade kir
10:46 ‘Em li wargehên KYK’ê ne di ewlehiyê de ne divê em parastina cewherî bi rêxistin bikin’
10:43 Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
09:47 Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in
09:33 Pirtûkên nivîskarê girtî Kahraman nadin wî
09:13 ‘Pirsgirêk bêyî azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çareser nabe'
09:04 Li Wanê liv û tevgera li Çarşiya Sobevanan zêde bû
09:00 ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
24/10/2025
21:48 Civîna MYK a DEM Partiyê bi dawî bû
18:31 Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
15:59 Saliha Aydenîz: Divê dewlet azadiya rêzdar Ocalan mîsoger bike
15:59 Endamên Koma Amed Tahir Elçî bi bîr anî
15:48 'Zext û binpêkirinên li bendên kontrolê yên leşker û polîsan bi dawî bikin’
15:34 Amedspor: Hedefa me Super Lîg e
14:02 Li Mûglayê keştî noqî avê bû: 14 kes mirin
14:01 Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hate weşandin
12:59 Der heqê Oznur Degerê de lêpirsîn hat vekirin
11:13 Li Girtîgeha Tîpa M a Wanê mirineke biguman
10:59 Cendirmeyan wecîbeyên olî asteng kirin, qeymeqam cihê şînê neda
10:53 Dîroka Heskîfê dê bi lîstika ‘Keypa 12500’ bê nîşandan
09:59 Endamên Koma Amed: Em ê konserê bi coşa Newrozê bidin
09:40 Li Xana Axparê qeza: Kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn
09:37 Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
09:31 Di perspektîfa Abdullah Ocalan de entegrasyona demokratîk
09:20 Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
09:00 'Dewlet karê xwe bi şêwirmendên darayî dide kirin, rêziknameyeke qanûnî divê'
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2025'AN
08:45 Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
23/10/2025
16:52 Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
16:12 Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
15:43 Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
15:39 Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
15:06 Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
14:57 Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
14:09 Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
13:55 Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
13:42 Endamên Koma Amedê bi stranan hatin pêşwazîkirin
12:24 HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
11:58 'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
11:20 Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike
11:02 Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
11:00 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:48 Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê