WAN – Şîna ku ji bo Bahoz Zerdeşt ê HPG’î li mala malbata wî hate lidarxistin, bi awayeke girseyî hate ziyaretkirin.
	Ji bo Bahoz Zerdeşt (Avnî Atsak) ê HPG’î ku di 8’ê Adara 2024’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê wî yê Wanê şîn hate danîn. 
	Şîna ku li navçeya Ebex a Wanê hate danîn, bi pêşengiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), ji aliyê saziyên civakî, partiyên siyasî ve bi awayeke girseyî hate ziyaretkirin.
	Sedan kes, bi dirûşma “Şehîd namirin” çûn şînê û sersaxî ji malbatê re xwestin.



