MÛŞ - Welatiyên li navçeya Kopê ya Mûşê dijîn diyar kirin ku divê dewlet gavên mezin bavêje da ku jidilbûna xwe ya bi pêvajoyê misoger bike û divê girtiyên siyasî demildest werin berdan.
Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de dabû, PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn kom kir û daxuyand ku dawî li xebatên xwe aniye. Her wiha di 11'ê Tîrmehê de, Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêkhatî jî, li Şikefta Casenê merasîmek li dar xist û çekên xwe şewitandin.
Welatiyên ku li navçeya Kop a Mûşê dijîn, li ser pêvajoyê axivîn.
Jineke ku nerazîbûna xwe ya li ser pêvajoyê nîşan da û nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku dewlet ne jidil e. Welatiyê bi bîr xist ku gelê kurd bi salan e êşê dikişîne û got: "Vê yekê wekî çekdanînê, çekdanîna bêyî şert û merc şîrove kirin. Ev li bara gel bû cihê bertekan. Divê dewlet pêşî dest ji gotinên xwe yên 'yek al, yek netewe' berde. Divê der barê girtiyên siyasî de demildest gavan biavêje. Wekî din, der barê ziman de, divê kurdî bi destûra bingehîn were garantîkirin. Heya ev çênebin ez bawer nakim ku pêvajoya aştiyê pêş ve biçe."
‘DIVÊ DEWLET GAVÊN MEZIN BIAVÊJE'
Gokhan Aci pêşî bal kişand ser rewşa aborî û destnîşan kir ku hêza kirînê kêm bûye. Aci diyar kir ku welatî ji ber tengasiyên aborî nikarin bazirganiyê bikin û got: "Em her ku diçe xizantir dibin. Aştî ew tişt e ku her kes dixwaze. Niha, gel rûken bûye. Bi hêvî me ku heta dawiyê baş biçe. Gelê kurd gavên pêwîst avêtine. Lê niha, divê dewlet jî gavên mezin biavêje. Divê tiştên qanehker û têrker bike da ku mirov jî li pey vê yekê biçin û berdewam bikin. Em hêvî dikin ku encam erênî be."
‘JI BO GEL LI DORA BIRATIYÊ BIBIN XELEK FIRSEND E'
Şahin Kamo îşaret bi pêwîstiya bi hev re çareserkirina gavên ku Abdullah Ocalan û Serokê MHP'ê Devlet Bahçeli avêtine kir û got ku ev pêvajo ji bo her du aliyan jî destkeftiyek e. Kamo destnîşan kir ku gelê kurd bi sedsalan e li herêmê di bin zextê de ye û got: "Civakek ku kurdan fam dike û nas dike ne hêsan e. Lê gava dem hat, tevahiya cîhanê dît ku kurd çiqas dilsoz in, ew ê tu carî xiyanetê li kesî nekin û ew ê çawa destê dirêjkirî bigirin. Berxwedana jinan li Sûriyeyê ev yek nîşan da. Ji ber vê yekê ez piştgiriyê didim vî destê dirêjkirî. Aştî, çi dibe bila bibe, tişta herî xweşik ê cîhanê ye. Ji bo ku ev çêbibe, divê berî her tiştî nexweş û girtiyên siyasî werin berdan."
‘ÇI DIBE BILA BIBE BILA AŞTÎ ÇÊBIBE'
Kenan Sunbul di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi salan e bêriya aştiyê dikin û got: "Dewletê di vê pêvajoyê de gavek avêtiye. Em dixwazin ev gav rasteqîn be. Bila aştî hebe, çi dibe bila bibe. Lê ez bawer nakim. Neberdana girtiyên siyasî baweriya min dişikîne." Welatiyekî din ê ku nexwest navê xwe eşkere bike ev tişt gotin: "Divê dewlet gavên girîng û mezin biavêje. Mînak, gelek pirsgirêk hene, wekî şandina qeyûman. Ji bo vê yekê, divê em pêşî biratiya xwe xurt bikin."