EDÎRNE – Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji bo bi Selahattîn Demîrtaşre hevdîtinê pêk bînin hatin Girtîgeha Edîrneyê.
	Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari ji bo bi hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û hevşaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli re hevdîtinê bikin hatin Girtîgeha Edîrneyê. 
	Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari duh li Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê bi Fîgen Yuksekdag û Semra Guzel re hevdîtinek pêk anîn.
	Tê payîn ku piştî hevdîtinê hevserok daxuyaniyekê bidin.



