NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Kut a Iraqê li xwaringeheke danûstendinê de şewat derket û hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane derket 61’an. 
	Di şewata ku li navenda danûstendinê ya li bajarê Kût ê Iraqê derketî de hejmara miriyan derket 61'an. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Hundir a Iraqê, şewat li navenda danûstendinê ya 'Hypermarket' a li bajarê Kûtê rû daye û li vê derê 61 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
	Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piraniya miriyan ji ber dûmana asê mane û ji ber fetisînê jiyana xwe ji dest dane. 
	Li bajêr 3 rojan şîn hate îlankirin.




