ENQERE - Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re dest pê kir. 
	Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Ozgur Erol ya bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re dest pê kir. 
	Hevdîtin li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê tê kirin. Şande ji aliyê Davûtoglû û yên pê re hat pêşwazîkirin. 
	Hevdîtin bi awayekî ji çapemeniyê re girtî didome. Tê payin piştî hevdîtinê daxuyanî bê dayîn. 
								



