NAVENDA NÛÇEYAN - Donald Trump, di roja ewil a serdana xwe ya li Rojhilata Navîn de çû Erebistana Siûdî.
	Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, di serdema duyemîn a serokatiya xwe de cara ewil e li derveyî welat diçe serdanên fermî. Trump, ji ewil çû serdana Erebistana Siûdî. 
	Trump, dê di navbera 13-16’ê Gulanê de biçe serdana Erebistana Siûdî, Qeter û Mîrtiyên Yekbûyî yên Ereban. Di roja ewil a serdanê de Trump dê li Erebistana Siûdî bi Prensê Velîaht Muhammed Bîn Selman re hevdîtinê bike. 
	Serokên DYA’yê weke kevneşopiyekê ji ewil diçûn serdana Ingilistan, Kanada û Meksîkayê. Lê Trump ev kevneşopiye guherand û di sala 2017’an de jî çûbû serdana Erebistana Siûdî. 
