ENQERE - Selahattîn Demîrtaş biryara PKK’ê nirxand û wiha got: “Ji bo mezinbûna Tirkiyeyê di her warî de dem hatiye ku em bi hev re û ji dil bixebitin." 
	Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Bûldan, li Girtîgeha Edîrneyê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir. Di hevdîtinê de mijara sereke geşedanên dawî bû.
	DEM Partiyê peyama Demîrtaş parve kir û peyam wiha ye;
	“Silav û hezkirinên xwe ji her kesî re dişînim. 
	Em niha li gel êş û bîranîna birêz Sirri, hêviya aştiyê dijîn. 
	Bi minasebeta encamên kongreya PKK’ê, em spasiya rêveberiya PKK’ê dikin ku ev biryar daye, bi taybetî birêz Ocalan, birêz Serokkomar, birêz Bahçelî, birêz Ozel û rêvebiriya DEM Partiyê û her wiha hemû serokên partiyên siyasî,  bi taybetî birêz Ahmet Turk û birêz Pervîn Buldan re em spasiyên xwe dikin. Em bi dilgermî pêşwaziya vê pêngava dîrokî dikin wek pêngaveka giring a bîranîna rêzdar Sirri ye. Niha dem hatiye ku em hemû ji bo mezinbûna Tirkiyeyê di her warî de em bi hev re û ji dil bixebitin. Bila ji me hemûyan re ser xêrê be."
