ÊLIH - Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
	Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Tekîk ku rakirin Nexweşaneya Siyamî Ersek a Stenbolê, tevî mudaxileyan jî nehate xelaskirin. 
	Xwişka Tekîk, rojnameger Gulistan Tara jî di Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmaniyeyê yê Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de hatibû qetilkirin. 
