AMED - Di serdegirtinên malan ên li Amedê de 7 xwendekar hatin binçavkirin. 
	Îro di danê sibehê de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 7 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku xwendekar bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin. 
	Hat zanîn ku ji bo lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayin û hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re ji bo 24 saetan hatiye qedexekirin. 
