DÊRSIM - Operasyona leşkerî ya dewleta tirk li herêma Alîbogaziyê daye destpêkirin didome. 
	Operasyona leşkerî ya dewleta tirk çendek roj berê li Alîbogaziyê ku dikeve sêgoşeya navçeyên Pulur, Xozat û Çemîşgezekê yên Dêrsimê dabû destpêkirin didome. Hat zanîn ku ber bi herêmê ve leşker tên sewqkirin û herêm gelek caran tê bombebarankirin. 
