NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çorumê di febrîqeya ardî de teqîn çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 7 kes birîndar bûn. 
	Di Febrîqeya ARdî ya Hatapê ya li Kolana Erzurum Dede ya li Taxa Mîmar Sînanê ya Çorumê de teqîn çêbû. Li gorî agahiyên destpêkê, di teqînê de 7 karker birîndar bûn. Piştî îxbarê, gelek komên agirkujiyê, tenduristî û polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. 
	Welatiyên birîndar, piştî mudaxileya ewil a komên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyan. 
