NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê da zanîn ku hêzên wan êrişa DAIŞ’ê ya li çolterê Dêrazorê têk birine. 
	Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komeke çekdar a girêdayî DAIŞ’ê li çolterê Dêrazorê êrişî Tugaya Zibanê kiriye. HSD’ê, da zanîn ku êriş bi roketan hate kirin û tu windahiyên wan nînin. HSD’ê got ku hêzên wan êriş têk birine. 
