WAN - Otobuseke rêwiyan li navçeya Westanê ya Wanê wergeriya û 28 rêwî birîndar bûn. 
	Otobûseke rêwiyan li nêzî Taxa Pendekanîsê ya navçeya Westanê ya Wanê ji rê derket û wergeriya. Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 28 kes birîndar bûn. 
	Gelek ambulans û komên agirkujî û cendirmeyan li cihê bûyerê hatin sewqkirin. Birîndar, bi ambulansan li nexweşxaneyan hatin veguhestin. 
