‘Xetere li ser daristanên Merîwanê heye’

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ekolojîstan, diyar kir ku şewata di daristanên Merîwanê 6 rojan berdewam kiriye û şewatê zirareke mezin daye herêmê. 

 
Meclisa Kesk a Çiyayên Merîwanê bi daxuyaniyekê ragihand ku 6 roj in daristanên li sînorê gundê Hencîran yê ser bi bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê şewat derketiye û di encamê de ziyaneke mezin gihiştiye jîngeha herêmê.
 
Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku du rojên destpêkê de rayedarên Îranê rêgirî li welatiyan kirin ku agir vemirînin. Hat gotin ku tevî vê jî welatî û endamên Meclisa Kesk a Çiyayên Merîwanê bi awayekî şewat kontrol kirine lêbelê her carê li devereke cuda şewat derketiye. 
 
Meclisê, tekezî kir ku berdewamiya şewatan ne tenê deverên daristanî û jîngeha herêmê wêran dikin, di heman demê de ewlehiya jîngehê û debara welatiyan jî dixe metirsiyê.