AMED - Li çoltera gundê Helbeknê ya bi ser navçeya Licê ve ji nû ve şewat derket. 
	Li çoltera gundê Helbeknê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve 4 roj berê şewat derketibû û di encama mudaxileyê de hatibû temartin. Bi hatina bayê re şewat dîsa derket û belav bû. 
	Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Licê û helîkoptera vemirandinê mudaxileyî şewatê dikin. Hat ragihandin ku şewat berdewam dike. 



