MÛGLA - Şewata daristanê ya duh nîvro li Bodrûmê derket, hate kontrolkirin. 
	Li taxa Pinarlibelen a navçeya Bodrum a Mûglayê li nêzî herêma Etrîm û Kaklik şewata daristanê derket. Şewat bi mudaxileya ji bejahî û hewayî hate vemirandin. Bi serê sibê ve helîkopter û balafiran xebatên vemirandinê dest pê kirin. 




