ŞIRNEX - Li gundê Hesena ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye, bi fotokapanan dîmenên heywanên kovî yên wekî keftar, rovî û gur hatin girtin. 
	Li gundê Hesena yê navçeya Silopiya ya Şirnexê ku li quntara Çiyayê Cûdiyê ye, wêneyên heywanên kovî yên wekî keftar, rovî û gur bi fotokapanan hatin girtin. 
	Di dîmenên hatine girtin de tê dîtin ku heywanên kovî êmê ji bo wan hatiye danîn dixwin. 
	Ji ber ku di sar û seqemê de heywanên kovî nikarin êm peyda bikin, beriya niha bi çend rojan heywanhezan êm danîbûn devera ku heywanên kovî lê digerin. 
								