Di hilbijartinên Arjantînê de hevalbendê Trump bi ser ket

  • cîhan
  • 14:02 27 Cotmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên navber ên li Arjantînê de La Libertad Avanza ku hevalbendê Donald Trump e, ji sedî 40.7’ê dengan stand û bi ser ket. 

 
Li Arjantînê duh hilbijartinên navber hate kirin. Di hilbijartinan de Partiya La Liberted Avanza (Azadî Bilind Dibe) a Serokê Dewleta Arjantînê Javier Milei ji sedî 47.7’ê dengan stand û serkeftina xwe ragihand. 
 
Li gorî encamên fermî, partiya Milei di hilbijartinên navber ên roja yekşemê de zêdeyî sedî 40’ê dengan wergirt, muxalefeta sereke Peronist blok Fuerza Patria ji sedî 31,6’ê dengan wergirt.
 
Lîberalê ultra Milei bi vê encamê serketina xwe ya serokatiyê ya ku di hilbijartinên 2023’yan de bi dest xistibû, weke “xaleke werçerxê ya dîrokî” pênase kir û got, “Ew ê li ser rêya ku Arjantînê bike neteweyeke mezin, reforman dewam bike.”
 
Partiya Milei dibe ku di parlamentoyê de ji 37 kursiyan derkeve 101’an, li Senatoyê jî dibe ji 6’an derkeve 20’an.
 
Piştî hilbijartinan, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump hevalbendê xwe Milei pîroz kir û peyama “Gelê Arjantînê baweriya me ya ji bo Milei piştrast kir” parve kir.