NAVENDA NÛÇEYAN - Îsraîlê, Nexweşxaneya Al-Ahlî Baptîst a li Xezeyê bombebaran kir.
	Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li navenda Xezeyê Nexweşxaneya Al-Ahlî Baptîst bombebaran kir. Têkildarî encama êrişê tu agahî nehatin parvekirin. 
	Xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê dan zanîn ku di encama êrişa bi fuzeyan a Îsraîlê de ziyan gihiştiye beşên servîsa lezgîn û resepsiyonê û zirar gihiştiye avahiyên din. Xebatkaran, destnîşan kirin ku kesekê digot ji ewlehiya Îsraîlê ye demekî beriya êrişê agahî daye û wan jî welatiyên nexweş ji avahiya nexweşxaneyê derxistine. 
	Di dîmenên ser medyaya dijîtal de tê dîtin ku malbatên ji warên xwe hatine kirin ji cihê bûyerê diçinh û xizmên nexweşan jî xizmên xwe li ser nivînên nexweşxaneyê dibin. 
	Hêjayî bibîrxistinê ye ku di êrişa hewayî ya di Cotmeha 2023’yan a li dijî Nexweşxaneya Baptîstê de bi sedan kes hatibûn qetilkirin. 




