NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê di nava 3 rojan de 9 welatiyên Beluc hatin darvekirin. Hat diyarkirin ku dê 4 Belucên din jî bên darvekirin. 
	Li Îranê di nava sê rojan de 9 welatiyên Beluc hatin darvekirin. Hat zanîn ku aktivîstên olî Abdulhakîm Azîm Gergich û Abdlrahman Gergich ku bi îdiaya “serhildanê” dihat sûcdarkirin jî hene. Navên kesên hatine darvekirin wiha ne: “Amir Ahmad Sanaei, Gholamreza Ghashad, Sajjad Brahouî, Younes Kurd, Esmaîl Dehmardeh, Ehsan Bamrî û Yasîn Bamrî.”
	Li gorî nûçeyeke din a di Ajansa Nûçeyan a Haalvsh’ê de, 4 Belucên din di 11’ê Nîsanê de ji bo înfazkirina cezayê darvekirinê sewqî Girtîgeha Navendî ya Zahedanê hatine kirin. 




