NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê ji qada siyaset, huner, civaka sivîl, hiqûq û akademiyê 61 kesayetan bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) kirin ku şandeyekê bişînin Îmraliyê.
	Senator, parlamenter, akademîsyen, parêzer, sendîkavan, nivîskar, rojnamevan û serokên partiyên siyasî jî di nav de bi mohra 61 kesan nameyek ji CPT re hate şandin. Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê, Sekreterê Yekemîn ê Sosyalîst, gelek parlamenter û senatorên çepgir û hawirdorparêz jî mohra xwe danîn binê nameyê. Di nameyê de bang li CPT hate kirin ku ji bo kontrolkirina rewşa tenduristiyê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re tavilê şandeyekê bişîne Îmraliyê û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
	Metna bangawaziya li CPT a bi navê 'Platforma ji bo Abdullah Ocalan' bi vî rengî ye:
	"Em; siyasetmedar, sendîkavan, komele û akademîsyen, dixwazin bala we Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bikişînin û bang li we bikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
	Abdullah Ocalan ku ji aliyê bi milyonan kurdan ve weke nûnerê siyasî yê rewa tê dîtin, 36 meh in ji aliyê dewleta tirk ve li girtîgeha girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê hiştin. Ji ber vê tecrîda li derveyî qanûn û mirovahiyê, birêz Ocalan ji hevdîtina bi malbatê û parêzeran û têkiliya bi derve re bêpar dihêle û di pratîkê de tê wateya windakirinê. Ev yek bi rengekî şênber şêweyekî îşkenceyê ye.
	Abdullah Ocalan ê ku niha 75 salî ye, 25 sal in bi êşkenceya tecrîdê re rû bi rû ye û ev 3 sal in der barê tenduristiya wî de tu agahî nehatin bidestxistin. Heta niha cihê girtina wî jî nayê piştrastkirin. Rewşa wî bandoreke kûr li ser gelek Kurdan dike.
	Ji ber vê yekê weke CPT’ê em ji we daxwaz dikin ku bikevin nava tevgerê. Weke CPT maf û berpirsyariya we heye ku Tirkiyeyê jî di nav de hemû girtîgehên dewletên peymana we îmze kirine ziyaret bikin. Ev yek derfetê dide we ku hûn ekîba xwe ya pispor bişînin Îmraliyê. Dewleta Tirk mecbûr e ku bêsînor rê bide we. Derfeta we heye ku hûn biçin girtîgeha ku birêz Ocalan lê girtî ye û bi serbestî têkilî pê re deynin. Divê destûr bê dayîn ku hûn bi wî re hevdîtinê pêk bînin.
	Wek CPT daxwaziya me ji we ew e ku li gorî xala 3’yemîn a Destûra Konseya Ewropayê tevbigerin: 'Her endamekî Konseya Ewropayê rêgeza serweriya hiqûqê û di çarçoveya sînorê peywirê de qebûl dikin ku her kes ji mafên mirovan û azadiyê sûdê bigirin'. Birêz Ocalan, hemwelatiyê dewleteke endamê Konseya Ewropayê ye ku bîst û pênc sal in ji mafên xwe yên bingehîn ên mirovî û bi taybetî jî sê sal in ji mafê hevdîtina parêzeran an jî malbatê bêpar hatiye hiştin.
	Em daxwaz dikin ku demildest şandeyekê bişînin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û der barê tenduristiya wî de agahiyê bigirin. Divê hûn zextê li Tirkiyeyê bikin da ku dawî li astengkirina hevdîtina Birêz Ocalan a bi malbat û parêzeran bîne. Ji bo ku Tirkiye erkên xwe yên weke endamekî Konseya Ewropayê bi temamî bi cih bîne, gaveke wiha jiyanî ye. Ev ê bibe alîkar ku pirsgirêka mafên mirovan a giran çareser bibe û fikarên bi mîlyonan Kurdan çareser bike. Her wiha dikare ruhê lihevkirinê yê ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê wê zindî bike."
	Di nameyê de hêvî û bendewarî hate kirin ku ev bang ji dil û bi lezgînî bê nirxandin.
	Kesayetên ku mohra xwe danîne binê nameyê bi vî rengî ne:
	Fabien Roussel, Sekreterê Neteweyî yê Partiya Komunîst a Fransayê. Endamê Parlamentê
	Olivier Faure, Sekreterê Yekemîn ê Partiya Sosyalîst, Endamê Parlamentê.
	Anne Stambach-Terrenoir, Hevseroka Koma GUE ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê.
	Éric COQUEREL, Parlamenterê LFI-NUPES, Serokê KOmîteya Fînans a Meclîsa Neteweyî.
	Frédéric MATHIEU, Parlamenterê LFI-NUPES Ille-et-Vilaine, Hevserokê Koma Kar a Kurd a Meclîsa Neteweyî.
	Francis Wurtz, Serokê Rûmetî yê Parlamenta Ewropayê.
	Pascal Savoldelli, Senator
	Anne Souyris, Senatora Parîsê
	Raquel Garrido, LFI-NUPES Parlamenter
	Anna Pic, Parlamentera Partiya Sosyalîst
	Andy Kerbrat, LFI-NUPES Parlamenter
	Hadrien Clouet, LFI-NUPES Parlamenter 
	Daniel Salmon, Ille-et-Vilaine Senator
	Monique De Marco, Gironde Senator
	Guy Benarroche, Bouches-du-Rhône Senator
	Danielle Simonnet, LFI-NUPES Parlamenter
	Dylan Boutiflat, Sekreterê Navneteweyî yê PS
	Emmanuel Fernandes, LFI-NUPES Parlamenter
	Jerome Gleize, EELV
	Grégory Blanc, Maine-et-Loire Senator
	Raymonde Poncet Monge, Rhône Senator
	Raphaëlle Primet, Seroka Koma Welatî û Komunîst- Şaredariya Parîsê
	Joël Dutto, Endamê Konseya Giştî ya Rûmetê ya PCF, Bouche du Rhône 
	Dominique Sopo, Serokê SOS Racisme
	François Sauterey, Hevserokê MRAP
	Pascal Torre, Profeserê Zanîngehê, Hevserokê Fransa-Kurdistan
	Ara Toranian, Hevserokê Konseya Neteweyî ya Konseyên Rêxistinên Ermen ên li Fransayê (CCAF). 
	Şahin Polat, Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F)
	Berivan Firat, Bedevka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F)
	Khaled Issa, AANES
	Jacques Taraf, CGT
	Maison du Tamil Eelam (Navenda Parastina Mafên Gelê Tamîlê)
	Carol Mann, Sosyolog û Serokê FemAid
	Renée Le Mignot, Serokê Rûmetê yê MRAP
	François Devedjian, Parêzer
	Jean-Christophe Martin, Parêzer
	David Abide, Parêzer
	Chris den hond, Rojnamevan OrientXXI
	Maryam Madjidi, Nivîskar
	Rosa Moussaoui, Rojnamevan
	Pierre Barbancey, Nûçegihanê Mezin-Rojname
	Margot Barios, Nivîskar
	Nils Andersson, Weşangerê Berê
	Jeanne Delfour, Nivîskar
	Marcel Doru, Nivîskar
	Marc Walfrom, Rojnamevan
	Joseph Andras, Nivîskar
	Mylene Salon, Derhênera Fîlm
	Philippe Petit, Rojnamevan
	Julien Conge, Rojnamevan
	Gérard Mordillat, Nivîskar
	Chowra Makaremi, Antropolog
	Marie Lière, Antropolog 
	Léa Verrier, Sosyolog 
	Jean-Louis Gavin, Sosyolog 
	Geneviève Garrigos, Encama Meclîsa Parîsê
	Rachida Brakni, Lîstikvan, Derhêner
	Bernard Henri, Antropolog 
	Îbrahim Seydo Aydoğan, Hîndekarê perwerdeyê, zimanzan.
	Maxime Devant, Sosyolog 
	Louis Bartant, Sosyolog
