ŞIRNEX - Şaredariya Silopiyayê, di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan hat danîn. 
	Şaredariya Silopiyayê, di çarçoveya bernameya çand û hunerê de ji bo jinan dîwana dengbêjan danî. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin tev li bernameyê bûn.
	Ji hunermendên Ma Musîc Centerê Sarya Ertaş, Eylul Nazlier û Dengbêj Xalîde Kalkan derketin ser dikê. Jinan li ber kilaman govend gerandin.
	Bername bi berzkirina dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû. 
								