Li gorî TUÎK’ê bêkarî ji sedî 8.6 e

img

ENQERE - TUÎK’ê rapora xwe ya meha Îlonê aşkera kir û ragihand ku bêkariya li Tirkiyeyê ji sedî 8.6 e. 

 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê rapora xwe ya Hêza Kar a Navmalî aşkera kir. TUÎK’ê, di rapora xwe de got ku 12 hezar bêkar li bêkarên temenê wan 15 salî û bi ser 15 saliyê re zêde bûne û bûye 3 milyon û 75 hezar kes. TUÎK’ê îdia kir ku di rêjeya bêkariyê de guhertinek çênebûye û bêkariya di meha Îlonê de weke ji sedî 8.6 aşkera kir. Rêjeya bêkariyê di nava zilaman de ji sedî 7.4 û di nava jinan de ji sedî 11.1 hate ragihandin. 
 
TUÎK’ê îdia kir ku bêkariya di nava nifûsa ciwanan de (15-24) li gorî meha Tebaxê ji sedî 0.9 puanan kêm bûye û daketiye ji sedî 14.9.