Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan: Ji bo parastina destkeftiyên Rojava divê çalakiyên hevpar bên kirin
STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan diyar kir ku êrişên li Sûriyeyê yên li dijî Kurdan ji hêzên navneteweyî ne serbixwe ne. Aslan ji bo parastina destkeftiyên demokratîk ên li herêmê, bang li hêzên sosyalîst ên li Tirkiyeyê kir ku "têkoşîna hevpar" bikin.
Li Sûriyeyê êrişên HTŞ û komên paramîlîter ên bi piştgiriya Tirkiyeyê yên li ser Kurdan berdewam dikin. Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, ev êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan hatine destpêkirin nirxandin.
Aslan bi bîr xist ku li gorî Peymana 10’ê Adarê, diviyabû ewlehiya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê di destê yekîneyên ewlehiya hundurîn ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ba. Aslan diyar kir ku komên girêdayî HTŞ’ê ev peyman bin pê kirine û li herêmê tundiyekî sîstematîk li ser sivîlan dikin. Aslan bal kişand ser dema êrişan û ev tişt got: "Piştî civîna 5’ê Çileyê ya li Fransayê ku di navbera Îsraîl, DYA û rêveberiya heyî ya Sûriyeyê de pêk hat, destpêkirina vê pêvajoyê gava polîtîkayekî bitenêhiştina Kurdan e."
'DIXWAZIN KURDAN LI ROJHILATÊ FIRATÊ HEFS BIKIN'
Aslan destnîşan kir ku hêzên navneteweyî û herêmî dixwazin Kurdan ji herêmê derxin û wan di rojhilatê Firatê hefs bikin û wiha pê de çû: "Ev operasyon bi armanca standina çeperên Kurdan û neçarkirina wan a ji bo girêdana bi rêveberiya Şamê re tê kirin. Lê ew tiştekî hesab nakin ku gelê Kurd li Sûriyeyê xwedî hêzekî birêxistinkirî ye û dikare xweparastina xwe bike. Divê ev êriş tavilê rawestin."
'HTŞ NÛNERTIYA GELÊN SÛRIYEYÊ NAKE'
Aslan diyar kir ku HTŞ û komên cîhadîst ên ku bi piştgiriya hêzên emperyalîst, tu carî nabin nûnerên gelên Sûriyeyê û got: "Çeteyên ku ji çar aliyên cîhanê hatine komkirin, nûnertiya vî gelî nakin. Ne pêkan e ku ev rêxistin nûnertiya Kurd, Tirk, Elewî û Durzan bike. Li cem gelên bindest tu rewabûna Colanî û HTŞ’ê nîn e. Hişmendiyekî ku pêkvejiyana azad û nasnameyan nas neke nikare Sûriyeyê bi rêve bibe."
‘EM Ê HER PIŞGIRIYA KURDAN BIKIN’
Aslan destnîşan kir ku êrişên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di nav hemû Kurdan de bibe sedema şikestinekî kûr û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê her piştgiriya Kurdan û têkoşîna wan bikin. Kurdên li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê wekî parçeyekî hev in. Her çend sînor hatibin xêzkirin jî, di navbera wan de yekitiya hest, çand û ziman heye. Ji bo rê li ber karesatên nû neyê vekirin, divê Tirkiye dev ji zimanê gefê û helwesta xwe ya êrişkar a li dijî rêveberiya xweser berde."
'ÊRIŞ BI DYA, ÎSRAÎL TIRKIYE Û EWROPAYÊ VE GIRÊDAYÎ YE'
Aslan diyar kir ku hêzên emperyalîst naxwazin Sûriyeyekî demokratîk ava bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşa Sûriyeyê bi Ewropa, DYA ve girêdayî ye. Tenê hêza birêxistinkirî ya ku dikare demokratîkbûnê li Sûriyeyê pêk bîne, gelê Kurd e. Ji ber vê yekê emperyalîst li hemberî êrişên ser Kurdan bêdeng dimînin. Ew Şamê jî wekî amûrekî ji bo sînorkirina Kurdan bikar tînin. Rêveberiya Sûriyeyê li dijî dagirkirina Îsraîlê dengê xwe dernaxe. Di heman demê de Tirkiye jî vê rewşê ji bo nêzî Îsraîlê bibe bikar tîne."
'DIVÊ EM BI ÇALAKIYÊN HEVPAR DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Aslan anî ziman ku hêzên emperyalîst ji berê ve li Rojhilata Navîn piştgiriyê didin desthilatên paşverû û dijminên gel û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya Şara dixwaze Sûriyeyê bi hişmendiyekî ku dê du sedsalan paşve bibe, birêve bibe. Ji ber vê yekê divê destkeftiyên Kurd, Durzî û Elewiyan neyên windakirin. Ne tenê gelên li wir, divê tevgera çepgir û sosyalîst a li Tirkiyeyê jî li van destkeftiyan xwedî derkeve. Tenê gotin bes nîn e, divê em bi çalakiyên hevpar ên li qadan bertekên xwe nîşan bidin."