Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû

  • rojane
  • 14:35 8 Cotmeh 2025
  • |
img

ENQERE - Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bernameya bîranîna 10’emîn salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê aşkera kir. 

Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK), Odaya Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bernameya salvegera 10’emîn a Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê bi daxuyaniyeke aşkera kir. Bernameya bîranînê li Yekitiya Mulkiyeyiyan hat aşkerakirin. Li eywanê pankarta “Me 10’êmin salvegera Komkujiya 10’ê Cotmehê ji bîr nêkir û ji bîr nakin” hate daliqandin.
 
Di destpêke de Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz axivî. Sevgî Yilmazê komkujî bi bîr xist û got: “Ji bo aştî pêk were û Tirkiye bibe welatekî demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin. Divê jin, ciwan û hemû kes xwedî li aştiyê derbikevin. Hemû kesên îro li vê eywanê bi awayekî tesadûfî ji Komkujiya 10’ê Cotmehê rizgar bûn. Dewletê tevdîrên ewlehiyê negirtibû. Em hêj nû daketibûn qadê ku bombeya zindî teqiya. Ew bombeyên zindî çawa heta vir hatin, kê rê da wan em ê her tim vê bipirsin.” 
 
Nûnera DÎSK’ê ya Anatoliyaya Navîn Bîrgul Kaya jî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got ku ew behtir bi biryar in û windahiyên xwe ji bîr nakin.
 
‘EM TU CARAN JI BÎR NAKIN’   
 
Sekreterê Giştî yê TMMOB’ê Ozgur Topçu jî diyar kir ku tu berpirsyarên komkujiyê nehatin darizandin û got: “Em jî tu car ji bîr nakin û nadin jibîrkirin. Heta aştî û azadî li vî welatî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomin.”
 
Sekreterê Giştî ya TTB’ê Onder Okay jî bang li welatiyan kir ku tev li bernameya bîranînê bibin. 
 
Piştî axaftinan, endamê Lijneya Rêveber a Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Can Ateş bernameya bîranînê parve kir. Bername wiha ye: 
 
10’Ê COTMEHA 2025’AN
 
Bîranîn û Meşa Edaletê 
 
09.00 - Hevdîtina li pêşiya Ulus Metroyê
 
10.04 - Bîranîn - Ked-Aştî û Meydana Demokrasiyê (Pêşiya Gara TCDD’ê) 
 
10.30 - Meşa Edaletê (Ji pêşiya Gara Enqereyê heta Edliyeya Enqereyê) 
 
14.00 - Di sala 10’emîn de Dîwana Muzîkê ya 10’ê Cotmehê (Navenda Hunerên Hemdem) 
 
18.00 - Panel&Forum
 
11’Ê COTMEHÊ
 
14.00 - Di sala 10’an de gotûbêj (Navenda Hunerên Hemdem) 
 
14.00 - Di sala 10’emîn a Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de lêgerîna edaletê (Eywana Konferansan a ABEM parêzer Rahmî Mahat) 
 
12’Ê COTMEHÊ
 
11.30 - Serdana goristanê (Goristana Karşiyakayê)
 
18’Ê COTMEHÊ
 
14.00 - Di sala 10’an de Dîwana Muzîkê (Navenda Çandê ya Mamakê) 
 
19’ê COTMEHÊ
 
13.00 - Bîranîna Îsmaîl Kizilçay û serdana goristanê (Saet di 09.00’ê de dê wesayît li pêşiya Eywana Vedat Dalokay, Parka Kurtuluşê rabin) 
 

Sernavên din

06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin