Der heqê hemşîreya tev li çalakiya porvehandinê bûbû de lêpirsîn vekirin

Parve bike:
STENBOL - Der heqê hemşîreya li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal tev li çalakiya porvehandinê bûbû de lêpirsîna îdarî û edlî hate destpêkirin. 
 
Di êrişên ser rojavayê Kurdistanê de HTŞ’iyekî keziyên şervanek YPJ’ê birîbû û vê jî rê li ber bertekên mezin vekir. Li dijî vê êrişê, li ser medyaya dijîtal kampanyayeke vehandina porê dest pê kir û kampanya roj bi roj mezintir dibe. Hemşîreyeke li Kocaeliyê dixebite jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal dîmenê dema pora xwe vedihîne parve kir. Bi vê vê sedemê der heqê wê de lêpirsîna îdarî û edlî hate destpêkirin. 
 
Midûriyeta Tenduristiyê ya Kocaeliyê, ragihand ku der heqê hemşîreyê de lêpirsîna edlî û îdarî dane destpêkirin.