Dayikên Aştiyê jî tev li kampanyayê kezîhûnandinê bûn
MÊRSÎN –Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê tevlî kampanyaya "kezîhûnandinê" bûn, li dijî kurkirina porê şervaneke YPJ'ê ku ji aliyê komên ku êrişî Rojavayê dikin ve hatibû kurkirin û paşê hatibû parvekirin.
Bûyera ku endamekî berê yê DAIŞ'ê ku niha girêdayî HTŞ'ê ye, di dema êrişên HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin li ser Rojavayê, şervaneke YPJ'ê qetil kir û dû re porê wê kur kir û bi vîdeoyekê parve kir, li çaraliyê cîhanê bû sedema nerazîbûnê. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê jî beşdarî kampanyaya kezîkurkirinê bûn. Dayik li avahiya komeleya xwe kom bûn û ji bo nîşandana nerazîbûna xwe keziyên xwe hûnandin.
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mersînê Emîne Erenê di çalakiyê de axivî û got: "We keziyên jineke Kurd birî, lê hûn qet nikarin îradeya jineke Kurd bişikînin û wê hêza we qet têra vê neke. Vê bizanin ku bi birîna keziyên jinekê, bi hezaran kezî şîn bûn. Ev kezîbirrîn dê her tim ji wan re tirs be. Ev kezî dê dawiya wan bîne."
Piştî axaftinê, dayikan keziyên xwe hûnandin û dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.