AMED/ÊLIH - Dayikên Aştiyê ku bertek nîşanî êrişên ser taxên Kurdan ên Helebê dan, dê li dijî êrişan biçin Enqereyê.
Meclisa Dayikên Aştiyê li gelek bajaran daxuyanî dan û bertek nîşanî êrişên ser taxên Kurdan ên li Helebê dan.
AMED
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê, têkildarî êrişên ser taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê, li avahiya komeleya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Mûrvet Demîrê daxuyanî da. Mûrvet Demîrê got ku ji bo bidawîbûna şer û pêkhatina aştiyê dê sibê ber bi Enqereyê ve bi rê kevin û got: “Gelek kes di êrişan de hatin qetilkirin û birîndarkirin. Em xwedî li berxwedana li Helebê derdikevin.” Her wiha bertek nîşanî Tirkiyeyê da û got: “Çima piştgiriyê didin DAIŞ’ê? Dev ji vê piştgiriyê berdin.”
Mûrvet Demîrê xwest ji bo pêşîlêgirtina şer rayedar tavilê bikevin nava hewldanan û sibe dê saet di 14.00’an de li Parka Koşuyoluyê kom bibin û ber bi Enqereyê ve bi rê kevin.
ÊLIH
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî bi heman boneyê li avahiya xwe daxuyanî da. Li ser navê dayikan Elîf Tugluk Tumur axivî û xwest êriş bi dawî bibin. Elîf Tugluk Tumurê got. “Hem aştî hem jî şer li Enqereyê ye. Lewma em ê biçin Enqereyê.”
MÊRDÎN
Daxuyaniya li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê ji hêla Dayika Aştiyê Turkan Durç ve hate xwendin. Turkan Durçê got ku ew êrişên ser Helebê qebûl nakin, xwest şer bi dawî bibe û got ew li benda avêtina gavên aştiyane ne.
ŞIRNEX
Dayikên Botanê jî li avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê daxuyanî dan. DAyikan bertek nîşanî êrişên li ser Helebê dan û got: “Êrişên ser Rojava, bandoreke mezin li me dike. Em nikarin li malên xwe rûnin. Gelê Rojava li qada ye, li ber xwe dide. Dilê me jî bi wan re ye. Weke dayikên aştiyê em berê xwe didin Enqereyê. Li dijî komkujiyan em ê biçin Enqereyê. Em naxwazin êdî zarokên me bên qetilkirin. Ji bo sekinandina şer em ê biçin Enqereyê.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
EDENE
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Berdevka Meclisê Suphiye Bayavê di daxuyaniyê de got: “Em van komkujiyan şermezar dikin. Em ê biçin pêşiya Wezareta Dadê. Bila vî şerî bidin sekinandin. DAIŞ li Tirkiyeyê tê perwerdekirin û ji bo qetilkirina Kurdan dişînin. Bila ev şer bi dawî bibe.”
MÊRSÎN
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Akdenîzê daxuyanî da. Endama Meclisê Emîne Erenê komkujiyên li Helebê şermezar kir û got: “Em careke din bang li mirovahî û dinyayê dikin; bila her kesên ji xwe re dibêje mirov destê xwe ji bo aştiyê dirêj bike.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Kujer DAIŞ hevkar AKP” berz kir.
ÎZMÎR
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê jî li Nûnertiya Herêma Egeyê ya DBP’ê daxuyanî da. Peyrıze Kurt di daxuyaniyê de anî ziman ku dê li dijî êrişan biçin Enqereyê û banga sekinandina êrişan bikin.