Jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo jinên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li gelek bajaran bîranîn hatin lidarxistin. Di bîranînan de hat gotin ku îro jinên li Rojavayê bi hêza ku ji wan girtine têdikoşin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) yên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîs a Fransayê hatin qetilkirin, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê li dar xist. Emîne Kara (Evîn Goyî) ku di 23'ê Kanûna 2022'yan de hat qetilkirin û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên di 4'ê Çileya 2016'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin jî hatin bibrîanîn.
WAN
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya salvegera kuştina jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin kuştin, li ŞanoWanê bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de wêneyên her sê jinên şoreşger û Sevê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên ku di dema xweseriyê de li Silopiyayê hatibûn kuştin, li ser dikê hatin bicîhkirin. Li eywanê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Xeta Sarayê, di têkoşînê de israr di şer de serkeftin e” hatin daliqandin.
Rêveberên Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navend û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û DBP'ê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li bernameya bîranînê bûn. Bername bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir.
Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Wanê Hanim Kaya di bîranînê de axivî û bal kişand ser hedefgirtina jinên şoreşger ên Kurd. Hanim Kaya da zanîn ku hişmendiya ku jinên şoreşger û pêşeng hedef digire hişmendiya mêr-dewlet e û got: “Em dikarin Sakîne Cansizê di xeta azadiyê de bigirin dest ku pêşengek vê xetê ye. Sakîne Cansiz û hevrêyên wê li dijî vê hişmendiya mêr-dewlet her tim li ber xwe didan û tu caran paş ve gav neavêtin. Em ê jî li ser rêya van hevalan li dijî hişmendiya kujer û mêrperestiyê li ber xwe bidin.”
Dû re aktivîsta TJA'yê Aynûr Sarica axivî û diyar kir ku jiyana azad û wekhevî bi dest û keda jinên li Kurdistanê derdikeve holê. Aynûr Sarica destnîşan kir ku ji ber vê yekê her tim hişmendiya mêr-dewlet êrişî jinên şoreşger ên Kurd dike û got: “Netewe-dewlet her tim êrişî jinan dike û dixwaze hişmendiya jinan têk bibe. Lê em ê li ser şopa xwedawendan bin û têkoşîna xwe bidomînin.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ku li ser jiyana jinên şoreşger ên Kurd hatibû amadekirin, hat temaşekirin.
Bername bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
ÎZMÎR
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda xwe ya bajarê Îzmîrê ji bo jinên li Parîs û Silopiyayê hatine kuştin bîranînek li dar xist. Wêneyên jinên kuştî ligel qurnefîl û mûman li holê hatin danîn. Dayikên Aştiyê, nûnerên partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" hat berzkirin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat pêşandan.
Piştî pêşandana sînevîzyonê, Dayika Aştiyê Peyruze Kurt mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku ew komkujiyên li Parîs û Silopiyayêû êrîşên li taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê şermezar dikin. Peyruze Kurt got, "Em komkujiyên li dijî jinan û gelê Kurd şermezar dikin. Rastî di tariyê de veşartî namîne; rastî bê guman dê derkeve holê. Çawa ku Sakine Cansiz li girtîgeha Amed tif kir rûyê rayedarê girtîgehê, têkoşîna jinan jî xurt bûye. Têkoşîna wan her tim bi me re bû û heta ku em bi ser bikevin dê bi me re be. Ew her tim bi me re ne. Îro, jinên li Rojava, ku bi wan hatine hêz kirin, tif dikin rûyê dijminan. Çawa ku DAIŞ bi hêza Kurdan, bi hêza jinan hate hilweşandin, îro jî bermahiyên DAIŞ'ê dê bikevin erdê. Xwîna şehîdên me dê vala neherike; em ê her tim li ser şopa wan bin. Em ê heta dawiyê ji bo azadî û aştiyê şer bikin."
Piştre, Bediha Guzelyuz, Hevseroka Komeleya Egeyê ya Alîkarî û Hevgirtina Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê ya Egeyê Winda Kirine (MEBYA-DER EGE), parve kir ku malbata Sakine Cansız silav ji bo bîranînê şandine. Bediha Güzelyüz diyar kir ku wê derfet dîtiye ku bi Sêvê Demir re bixebite û got ku baweriya Sêvê Demir bi têkoşînê pir xurt bû û wê bîranînên xwe bi wê re vegot. Bediha Güzelyüz got, "Gelek mirovên hêja tevlî têkoşînê bûn. Em gelek deyndarê wan in. Ger em vê pêvajoyê dijîn, ev bi saya şehîdên me ye. Em soza dilsoziya xwe didin wan."
Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.