'Heya Abdullah Ocalan azad nebe dê pêvajo pêş ve neçe'
- Rojane
- |
- 19 Tebax 2026 11:35
- |
ŞIRNEX - Welatiyên Cizîrê destnîşan kirin ku şertê pêşveçûna pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e.
Pêşniyarqanûna bi sernavê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin de hatibû amadekirin, di 10'ê Tebaxê de bi piraniya dengan li Lijneya Giştî ya Meclisê hat pejirandin. Qanûna navborî di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Digel ku nîqaşên der barê qanûnê de berdewam dikin, niha bala raya giştî li ser wê yekê ye ka ew ê çawa were cîbicîkirin.
Welatiyên ku me li kolanên Cizîrê bi wan re hevpeyvîn kir, diyar kirin ku heta Abdullah Ocalan neyê berdan, ev rê nayê şopandin; wan destnîşan kir ku ew di pêvajoyê de roleke sereke dilîze û divê azad be da ku karibe rola xwe bi cih bîne.
Welatiyan anîn ziman ku qanûna çarçove tenê destpêkek bû û pêwîst e pêvajo pêş ve were birin. Bi nîşandana kêmasiyên di qanûnê de, wan diyar kir ku gelê Cizîrê alîgirê aştiyê ye û daxwaza hemwelatiya wekhev dike, bi taybetî jî perwerdeya bi zimanê zikmakî. Wan got: "Em wekheviyê dixwazin."
Welatiyan destnîşan kirin ku divê qanûn hemû girtiyên siyasî li xwe bigire û gotin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mayinde bibe, divê Abdullah Ocalan azad be.