Girtiyê ku nigê wî şikiya 21 roj in nebirine nexweşxaneyê
- Rojane
- |
- 8 Tebax 2026 11:54
- |
MÊRSÎN - Aydin Ogûz ê li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê nigê wî şikiya, 21 roj in ew nebirine nexweşxaneyê.
Li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê di dema sporê de nigê girtî Aydin Ogûz şikiya. Derket holê ku 21 roj in Ogûz nebirine nexweşxaneyê. Nigê Ogûz di 19'ê Tîrmehê de, di dema sporê de şikiya. Ogûz, bi rêya telefonê rewşê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin malbata xwe. Ogûz ragihand ku piştî hevalên wî hay pê xistone ew rakirine revîra nexweşxaneyê û piştî tedawiya ewil a li revîrê sewqa wî ya ji bo nexweşxaneyê hatiye kirin û got ku lê ji ber ku ferzkirina lêgerîna li hundirê dev a leşkeran qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxaneyê.
Malbatê ragihand ku ji roja ku nigê Ogûz şikiyaye, bi potik hatiye girêdan û ji bo vê bes gopalek dane wî.
Ogûz bi rêya malbata xwe ragihand ku hê jî ew nebirine nexweşxaneyê.