ROJEVA 8'Ê TEBAXA 2026'AN
- Rojane
- |
- 8 Tebax 2026 09:00
- |
* Sûna Eroglû ku piştî salên dûrûdirêj vegeriya Amedê ya ku jê koç kiribû, ji aliyekî ve zimanê xwe hîn dibe û ji aliyê din ve jî di kargeha mûmikan de bi hilberînê jiyana xwe didomîne.
* Asalettîn Arslanoglû diyar kir ku Çerçeve Yasa tevahiya welêt eleqedar dike û got ku DÎSK her tim piştgiriyê dide gavên demokratîk.
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya hefteya 1114'emin li Qada Galatasaray li dar bixin. (12.00)
* Xizmên Windayan û şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê dê çalakiya bi dirûşma, “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, bidomînin. (12:00)
* Şaxa ÎHD a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya xwe ya du hefteyan carekê bidomîne. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê dê di hefteya 750'emîn a çalakiya "Rûniştina F" de li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)