DEM Partiyê kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî
- Rojane
- |
- 20 Tîrmeh 2026 13:18
- |
ENQERE - DEM Partî ku kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî, got: "Dê tu xeyalên ji bo jiyaneke birûmet û mirovahiyê hatine avakirin nîvco nemînin."
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Pirsûsê ya ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê DAIŞ'ê ve pêk hat û 33 kesan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya sanal ê partiyê hat kirin de, hat diyarkirin ew 33 kesên ku xwestin birînên Kobanê biceirînin hatin Pirsûsê û ji aliyê hêzên dijminên mirovahiyê hatin qetilkirin, bi hesret û rêzgirî bibîr tînin û wiha hat gotin: "Dê tu xeyalên ji bo jiyaneke birûmet û mirovahiyê hatine avakirin nîvco nemînin."