Şîrketên petrolê bi gilêşê Gabarê qirêj dikin
- Ekolojî
- |
- 16 Tîrmeh 2026 13:11
- |
ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê ku bi salan e talana xwezayê lê tê kirin, şîrketên petrolê bi gilêşan qadên xwezayî qirêj dikin.
Li Çiyayê Gabarê yê li Şirnexê, di bin navê lêgerîna petrolê bi salan e talana xwezayê berdewam dike. Bi bîrên sondajê avên binerd û sererdê tên qirêjkirin, ji bo qadên petrol û çêkirina rê darên sedsalî tên birîn.Talana ku sal bi sal zêde dibe, niha jî gilêşên ku xebatkarên şîrketê diavêjin xweza tê qirêjkirin.
Li gundê Sîpîvyan ê navçeya Basayê, xebatkarên şîrketa petrolê bi gilêşan derdora kaniyê qirêj kir. Şêniyên gund bertek nîşan dan û xwestin ku berpirisyar bên dîtin û cezakirin.