STENBOL - Hevserokên Giştî yên Partiya DEM’ê Tulay Hatîmogulları û Tuncer Bakirhan, di peyama ku ji bo "Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de” re şandin de gotin: “Daxwaza me ew e ku Komar nebe xwedî karakterekî ewlehîparêz, bibe xwedî karakterekî azadîxwaz.”
Li Stenbolê, di “Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê di Sedsala Duyemîn de" de peyama Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan hat xwandin.
Peyama Hevserokên Giştî wiha ye:
“Vexwînerên hêja yên konferansê, axivêrên birûmet û dostên ezîz ên ku ji bo avakirina paşerojekê demokratîk hatine cem hev,
Em we hemûyan bi hestên xwe yên herî kûr ên piştevaniyê silav dikin.
Em bawerin em konferans dê bibe destpêkeke nû ya demokratîkbûyinê komarê. Em dixwazin komar ne li ser yekperestiyê û zextan lê li ser hevdû qebûl kirinê pêk were. Heta pirsgirêka Kurd bi rê ya demokrasiyê çareser nebe demokrasî pêk nayê. Ji ber wê jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo demokratîkbûyinê xwedî girîngiyeke mezin e.
Daxwaza me ew e ku komar di sedsala xwe ya duyemîn de ne tekparêz lê pirdeng, ne derveker lê hemêzker, ne ewlekariyê lê azadiyê esas bigire. Em bawer dikin ku di serî de têkoşîna azadiya jinê ku pîvana avaker a hemwelatîbûna wekhev e; ked, ekolojî, ciwan û demokrasiya xwecihî stûnên bingehîn ên pêşeroja me ya hevpar in.
Em hêvî dikin ku konferansa we bibe hevdîtineke bihêz a ku îlhamê bide xeyaleke nû ya demokratîk, lihevkirina civakî mezin bike û asoya aştiyê berfireh bike.
Em we hemûyan bi rêz, hezkirin û bi hêviya paşerojeke hevpar silav dikin.”