Dozger ji bo rojnamevan Şahîn ceza xwest
- Rojane
- |
- 11 Hezîran 2026 12:55
- |
AMED - Dozger di danişîna doza ku rojnamevan Mehmet Şahîn tê de dihate darizandin, mutalaeya xwe pêşkêş kir û daxwaza cezayê “endamtiya rêxistinê” kir.
Di danişîna 7’emîn a doza ku ji ber tevlibûna daxuyanî, bernemayên TV’ê û xebatên rojnamevaniyê der heqê rojnameger Mehmet Şahîn de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Şahîn û parêzerê xwe Resûl Tamur beşdarî danişînê bûn.
Dozger di danişînê de mutalae pêşkêş kir û xwest ku Şahîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bê cezakirin. Di îdianameyê de xebatên rojnamevaniyê yên Şahîn wek sûc hate dîtin gotinên îtirafkarê nehênî yê bi navê “Ulaş” tê de cih girt. Di îdianameyê de hevdîtinên ku Şahîn di çarçoveya rojnamevaniyê de bi rojnamevan û siyasetmedaran re kiribû û daxuyaniyên ku beşdar bûbû wek “sûc” hat pênasekirin.
Şahîn û parêzerê wî Tamur, ji bo parastina li dijî mutalaeyê dem ji dadgehê xwest. Dadgehê daxwazên wan qebû kir û danişîn taloqî 8’ê Îlonê kir.